Heyetek ya Yeketiya Star serdana Silêmaniyê kir
Heyetek ya Yeketiya Star serdana Silêmaniyê kir
Heyetek ya Yeketiya Star serdana Silêmaniyê kir
Duh heyetek ji Yeketiya Star ya Rojavayê Kurdistanê hat serdana Silêmaniyê kir û hevdîtin bi rêxistinên jinan û parlementerên jin re pêkanî.
Heyeta ku duh ji çend kesan pêk dihat li ser navê Yekitiya Star ya li Rojavayê Kurdistanê hate bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi çend saziyên jinan re hevdîtin pêkanîn û di derbarê hevdîtinên xwe de agahî dan ANF’ê.
Heyeta ku ji Rojavayê Kurdistanê hatibû Silêmaniyê, destpêkê hevdîtin li gel parlementer û berpirsa saziya jinan ya YNK’ê Nermin Osman re pêkanîn. Her wiha hevdîtın li ser rewşa jinên Kurdistanê bi taybetî jî, pirsgirêkên jinan ên li Başûrê Kurdistan û ên li Rojavayê Kurdistanê hatin nîqaşkirin. Hate xwastin ku ev hevdîtin ji bo çareserkirina pirsgirên ku jin pê re rû bi rû dimîne dewambikin.
Nermîn Osman axivî û keyfxweşiya xwe ya hevdîtinan wiha vegot: “Hevdîtina me li gel Yekitiya Star gelek girîngbû û da zanîn ku,di demên pêş de ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan wê hevdîtinên me berdewambikin. Endama Serkirdayetiya YNK’ê Nermîn da zanîn ku divê jin di nava civakê de bên perwerdekirin û zana kirin”. Nermîn di heman demê de balkişand ser rewşa jin a li Rojavayê Kurdistanê û wiha pêde çû, “Em tekoşîna jinê ya li Rojavayê Kurdistanê bi nirx dibînin û dîrokî dibînin.” Dîsan Nermîn di dawiya axaftina xwe got: “Em weke jinên başûr çi ji destê me were em amedene ku piştgiriya jinan li Rojavayê Kurdistanê bikin, ji ber jin gihaye wê astê ku bikare pêşengtiyê ji azadiya civak û şoreşan re bike”.
Endama Yekitiya Star Leyla Qara Omer jî da diyarkirin ku, heya jin azad nebe civak jî azad nabe, ji bûna vê yekê perwerdekirin û azadkirina jina Kurd di vê serdemê de gelek girînge.
Heyetê piştre hevdîtin li gel Zara Ahmed berpirsa Rêxrawa Jinên Azad a Kurdistan RJAK'ê pêkanîn. Zara Ehmed ji ber kêyfxweşiya xwe a ji bo hatina heyeta jinan a Yeketiya Star li Başûrê Kurdistanê anî ziman û got; “Em hêvîdikin û her wiha amedekariyên me jî hene ku di demek kin de bikarin weke saziyiya RJAK’ê serdanekê li ê Rojavayê Kurdistanê bikin, ji ber ku weke sazî em yekitiya jinan, li her çar parçên Kurdistanê pêkbînin”.
Heyeta Yeketiya Starê Nojîn Yûsif, Leyla Qara Omer, Îlham Berî û Selwa Kilhisên vê carê jî çûn serdana Bîroya Aşûriyan û li gel Endama Komeleyî Kurdistanê Perwîn Xerîb, Endama Komeleyî Jinên Kurdistanê Şilêr Ebdullmecîd û Endama Komeleyî Parêzgeyî Silêmanî Avan Arif re hevdîtin pêkanîn.
Li ser navê Bîroya Aşûryan Perwîrin axivî û kêfxweşiya xwe a ji bo serdana şandeya Yeketiya Starê a li Başûrê Kurdistanê anî ziman û got: “Em weke jinên Aşûriyan hewil didin ku li Başûrê Kurdistanê jin maf û azadiya xwe di aliyê destûrî û zagonî de jî bi destbixînin”. Perwîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin pêwîste ji her demekê zêdetir tekoşîn çalakiyên xwe zêde bike û bikare xwe bi xwe di her qadeke jiyanê de bi rêve bibe”.