Heyeta jina diçe Dêrsîmê

Heyeta jina diçe Dêrsîmê

Heyeta jinan a yekemîn ya Hewldana Jinan a bo Aştiyê diçe Dêrsîmê. Heyet ligel serdana şaredarî, rêxistinên jinan, walîtî û saziyên fermî dê qerekolên tê înşakirin jî kontrol bikin. Jinan got di vê pêvajoya çareseriyê de divê dawî li van înşatan bê dayîn.

Bertekên li dijî 21 înşatên qerekolê yên li Dêrsîmê di rojevê de ye. Ligel vê li bajar 25 jin cek danê û kirin cerdevan.

Hewldana Jinan a Bo Aştiyê bi armanca ku di vê pêvajoya aştiyê de balê bikişîne ser van geşedanan diçe Dêrsîmê.

Heteya ji Nîmet Tanrikulu, Fîlîz Karakuş, Berat Gunçikan, Esra Çîftçî, Nîlgun Yurdalan, Yuksel Mutlu, Fîlîz Oguz, Zeynep Altioklar, Hatîce Altinişik û Nukhet Sîrmen pêk tê, dê çaredara Bazîdê Canan Korkmaz pê re biçe.

Heta jinan di 29’ê Gulanê de roja çarşemê dê ji Stenbolê derkeve rê. Jin destpêkê dê biçin saziyên jinan û wan guhdarî bikin. Her wiha dê bi şaredarî û walitiyê re jî hevdîtinan bikin.

DÊ BIÇIN ÎNŞATÊN QEREKOLAN

Heyet dê biçin konê ku jinan vedane û dê pişt re biçin înşaatên qerekolan kontrol bikin. Heyetê da zanîn ku di vê pêvajoyê de hewcedarî bi çêkirina qerekolan nîne.

Heyet piştre jî dê li Amedê tevli konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bibe.