'Heya em encamekê negirîn dê di çalakiyan de bîn'

'Heya em encamekê negirîn dê di çalakiyan de bîn'

Li bajarên Almanyayê  Hamburg û Munîhê Kurdistaniyan bi mebesta ronîkirina kujerên 3 jinên siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez  çalakî li darxistin.

Li Hamburgê çalakî bi slogana “Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye” li Monckebergstrasse yê destpêkir. Li wir li ser navê Meclisa Jinan a Rojbîn axiftin hat kirin û di axiftinan de bê dengiya rayedarên Fransayê hat şermezar kirin û hat destnîşan kirin ku, eger edalet ne be wê aşitî jî  ne gengaz be. Nûnerên jinan dan diyar kirin ku, wê têkoşîna 3 hevalên xwe yên ji bo jinên Kurd dayîn meşandin  bidomîn.

Li milê din di dema çalakiyê de bi sedan belavok hatin bilav kirin û di çarçoveya kompanya îmzeya ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyê siyasî îmze hatin komkirin.

Di çalakiyê de bang hatin kirin ku, her kes beşdarî mîtînga di 8’ê Kanûnê ya li Hamburg-Wandsbekê ya  ji bo şoreşa Rojava tê li darxistin bibin.

MÛNÎH

Li bajarê Almanyayê  Munîhê li ber avahiya Balyozxaneya Fransayê Kurdistanî hatin gel û xwestin ku qetlîama Parîsê demil dest were ronî kirin.

Di çalakiya bi slogana  “Bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc tê” pêkhatî de di axiftinan de wiha hate got: “Bi rexmê 9 heyv zêdetir li ser qetliama 3 jinên şoreşgerên Kurd re derbas jî bû hêj jî Fransa bêdengiya xwe di parêze. Ev bêdengî tê wateya hevkariya suc.”

Di axivtinên hatîn kirin de hat destnîşan kirin ku têkiliya Omer Guney li Munîhê komelyên nijadperes re hatiye zanîn û ev yek ji rayedarên Alman re hatiye gotin. Bang li Almanyayê hat kirin ku di derbarê mijarê de lêpirsînê bide destpêkirin.

Di dema çalakiyê de endamên  Yeketiya Xwendevanên Kurd (YXK) belavokên bi Almanî belav kirin.