Hevseroka DBP'ê dest bi greva birçîbûnê kir

Hevseroka DBP'ê dest bi greva birçîbûnê kir

Hevseroka DBP'ya Amedê Zubeyde Zumrut bi armanca şermezarkirina destûrnedana meşa ku wê ber bi avahiya AKP'ê ve bihata lidarxistin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Jinên bi pêşengiya DOKH li Parka Ormanê li hev kom bûn, xwestin biçin ber avahiya AKP'ê û li wir daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr neda meşê. Hevseroka DBP'ê Zubeyde Zumrut ku di nava çalakiyê de bû, piştî hevdîtina bi polîsan re diyar kir ku destûr nadin meşê. Li hemberî vê yekê Zumrut bi armanca protestokirina destûrnedana çalakiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Zumrut bal kişand ser rewşa Kobanê û diyar kir ku çalakiya wan wê bi armanca balê bikişînin ser rewşa Kobanê bihata lidarxistin û wê ji AKP'ê bihata xwestin ku ji bo Kobanê korîdoreke mirohî vekin. Zumrut diyar kir ku ew ê li hemberî hemû astengî û êrîşan çalakiyên xwe bidomînin û got: ''Ez ji vir naçim û dest bi greva birçîbûnê dikim. Ev biryara min bi xwe ye. Ez ê heta dawiyê li pişt vê biryara xwe bim.''

Çalakiya Zumrut li Parka Orman didome û polîsan derdora parkê girtine.