Hevserê xwe yê îstîsmara cinsî kir kuşt

Gonul Sokmen a hevserê xwe yê bi mehra olî pêre zewicîbû rojên buhrî kuşt, diyar kir ku ji ber hevserê wê li hember wê îstîsmara cinsî û şideta fizikî pêk aniye kuştiye.

Gonul Sokmen a hevserê xwe yê bi mehra olî pêre zewicîbû rojên buhrî kuşt, diyar kir ku ji ber hevserê wê li hember wê îstîsmara cinsî û şideta fizikî pêk aniye kuştiye.

Li navçeya Yalvaç a Isparta,  Gonul Sokmen a 49 salî hevserê xwe 67 salî Osman Tokat ku bi mehra olî pêre zewicîbû bi sedema ku li hember wê îstîsmara cinsî kiriye kuşt.

Sokmen di îfedata xwe ya dozgeriyê de got ku piştî bi mehra olî bi Tokmak re zewiciye jêre gotiye ku wê paşê mehra fermî jî bike. Sokmen diyar kir ku ji ber nexweş e nekarîbû kar bike, lê Tokmak ew bi darê zorê dixebitand û rastî êrîşa cinsî hatiye.

LI WEZARETÊ GERIYA

Sokmen da xuyakirin ku bi rêya telefonê li Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê geriyaye, piştî polîs hatine gel wan û çûne, careke din rastî şidetê hatiye, Tokmak ji ber îstîsmara cinsî, şideta fizikî û tehdîtan kuştiye.