'Heta ku em dewleta Tirk ji Efrînê biqewirînin, sekin li me nîne'

Jinên ji Efrînê gotin, heta ku Efrîn ji dagirkeran bê paqijkirin wê li ber xwe bidin.

Endamên Kongreya Star a Kantona Efrînê Wehide Xelîl û Erîfe Bekir gotin, wê bi rêya kampanya "Bila jin ji bo Efrînê rabin ser piyan" têkoşîna xwe geş bikin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete dest bi êrîşa li ser Efrînê kir, Kongreya Star a Kantona Efrînê dest bi kampanya "Bila jin ji bo Efrînê rabin ser piyan" kirin. Qonaxa duyemîn a kampanyayê duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir.

Endamên Kongreya Star Wehide Xelîl û Erîfe Bekir li ser kampanyayê ji ANF'ê re axivîn.

'JINÊN EFRÎNÎ WÊ TI CARÎ DEST JI AXA XWE BERNEDIN'

Endama Kongreya Star Wehide Xelîl diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê, bi armanca pêkanîna xewn û xeyala Osmanî ye û got, wan dest bi qonaxa duyemîn a pêngava "Bila hemû jin ji bo Efrînê rabin ser piyan" kirine. Xelîl da xuyakirin ku wan di çarçoveya kampanyayê de meş, mîtîng û semîner li dar dixistin û ev çalakî wê ji niha û pê ve jî bidomîn. Xelîl diyar kir, dewleta Tirk mîna Osmaniyan dixwaze Rojhilata Navîn dagir bike û destnîşan kir ku jinên ji Efrînê wê heta dawiyê li ber xwe bidin û çalakiyan li dar bixin.

Xelîl da xuyakirin ku heta ew dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê biqewirînin sekin li wan nîne û wiha dewam kir: "Dewletên ku heta niha hemû êrîşên dewleta Tirk ji nedîtî ve hatin û bêdeng man, hevparê dagirkeriyê ne. Efrîn wê ji wan re jî nemîne, ji ber ku jinên Efrînî jiyana xwe kirine berxwedan. Yên ku ji wan heye ku jinên Efrînî yên 24 saetan li ser piyan e dest ji berxwedanê berdin, hingî jinên Efrînî, jinên Kurd nas nekirine."

Xelîl bang li jinan kir ku ji bo Efrînê rabin ser piyan.

'HETA KU EM VEGERIN, EM Ê NESEKININ'

Endama Kongreya Star Erîfe Bekir jî anî ziman ku ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vir ve ew çalakiyên xwe didomînin.

Bekir bi bîr xist ku wan 58 rojan li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dan û got, "Em ti carî teslîm nebûn. Ji neçarî me koç kir. Dewleta Tirk bi zorê mirov ji malên wan derxist. Em ê berxwedana xwe li vir bi heman rengî bidomînin û heta li Efrînê vegerin em ê nesekinin. dewleta Tirk ji ber ku ketiye nava Efrînê wê poşman bibe."