ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 182'emîn bi armanca ' winda bên dîtin kiryar bên darizandin' li dar xistin.
ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya xwe ya bi armanca winda bên dîtin kiryar bên darizandin li Kolana Gulîstanê li dar xistin. Rêveberên ÎHD'ê, nûnerên STK'ê , xizmên windayan û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya hefteya 182’mîn de wêneyên kesên winda hatin hildan û pankarta li ser nivîsa ' Winda bên dîtin kiryar bên darizanin' hatin hildan.
Li ser navê xizmên windayan de Serokê ÎHD'ê Osman Kunteş axivî û wiha got: " Me heya niha hertim aqûbeta xizmên windayan pirsîn lê belê rayedaran guhên xwe li me girtin." Kunteş diyar kir ku, tu hewldanên dewletê ku ji bo windayan derbêxe çênebûye. Kunteş di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: " Rayedar dixwazin bila aqûbeta wan re eleqeder bibin an jî dixwazin bila eleqeder nebin heta aqûbeta wan diyar bibe em dê li qadan bin." Piştî axaftina 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate li darxistin.