Hêrsa li dijî bêdengiya 294 roje didome
Hêrsa li dijî bêdengiya 294 roje didome
Hêrsa li dijî bêdengiya 294 roje didome
Li paytextê Fransa Parîs ê û bajarê Dusseldorf yê Almanyayê bidaxwaza ronî kirina komkujiya Parîsê çalakiya “Bêdengiya we ji hevkariya we tê” vê hefteyê jî dom kir. Di çalakiyan de bêdengiya 294 roje didome hate protesto kirin.
Li bajarên Parîs û Dusseldorf ji bo kujerên ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin bêne dîtin çalakiya “Bêdengiya we ji hevkariya we tê” hate li darxistin.
Mesa li Parîsê di demjimêr 14:00’an li ber Akademiya Çand û Huner ya Kurdistanê destpê kir.
Li gel wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemezê, posterên endamên PJAK’ê ên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin Hebîbûlah Gûlperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî hatin hilgirtin. Bi dirêjahiya meşê bangawaziya ku demek ji demekê zûtir plana li pişt komkujiyê derxînin hate xwendin.
Di çalakiya ku SKB jî bi flamayên xwe beşdarbû, sloganên “Jin, jiyan û azadiye”. Destpêkê li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê deqîqeyek rêzgirtinê hate girtin. Piştre danezana ku têde daxwaza ronîkirina kujerên komkujiyê dike hate xwendin. Di çalakiya 5 deqîqe de jinan bêdengiya Fransayê protesto kirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku, ji bo protestokirina darvekirinan dê roja Înê di demjimêr 16:00’an de li ber konsolosa Îranê çalakiyekî protestoyî pêkbînin û ji bo vê banga tevlîbûnê kir. Çalakî bi vê bangê bidawî bû.
JINÊN KURD BANGA BERPISYARTIYÊ LI FRANSAYÊ KIR
Li bajarê Dusseldorf yê Almanyayê jî li ber konsolosa Fransayê çalakiya “Gelo bêdengiya we ji hevkariya we tê” hate li darxistin. Di çalakiya ku bi dehan kes beşdarbûne de peyama “Heta komkujî bê ronî kirin ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin” hate dayîn.
Di çalakiya ku di pêşengiya Buroya Aştî yê ya Jinên Kurd (CENÎ) de hate kirin, li Dusseldorf û Duisburgê bi dehan kes beşdar bûn. Di çalakiya ku di navbera demjimêr 11:30 û 12:30’an de pêkhat, posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin her wiha pankartên komkujiyê şermezar dikin hatin vekirin.
Di çalakiya ku bênavber sloganên “Şehîd namirin”, “Em hemû Sakîne ne, Leyla ne û Fîdanîn” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn, Hikumeta Fransayê vexwende berpirsyartiyê.
Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinan CENÎ ve hate xwendin û hate gotin ku, “Em weke Kurdan careke din li vir bang dikîn. Pêwîste daraza Fransayê bidad tevger bike û tiştên pêwîst pêkbîne. Heta ku komkujî ronî bibe ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin.”