Herî zêde jinên Hong Kongî dijîn

Herî zêde jinên Hong Kongî dijîn

Di cîhanê de jinên herî zêde dijîn, jinên Hong Kongê ne. Piştî 25 salan jinên Hong Kongê jinên Japon jî derbas kirin û bûn jinên herî zêde dijîn.

Wezareta Tenduristiyê ya Japonyayê vê yekê bi tsunamî û erdheja mezin a ku di adara 2011 de li rû da ve girêdide. Bendewariya jiyanê ya jinên Japon îsal ji 86.30 salan daket ji sedî 85.90’ê.

Sala par bendewariya jiyanê ya jinên Hong Hongê 86.70 bû. Di van 25 salên dawiyê de jinên herî zêde dijiyan jinên Japon bûn. Ev yek jî bi çanda xwarinên saxlem ên welat ve tê girêdan.

Lê piştî ku erdheja 9.0 û karesata tsunamiyê ya ku piştî wê pêk hat, û 20 hezar kesî têde jiyana xwe ji dest dan, vê yekê bandora xwe li jiyana welat jî kir.

Lê hin sedemên din ên ku jinên Japon li pişt ên Hong Kongê man jî hene. Yek ji van faktorên herî girîng, hejmara jinên li Japonyayê xwe dikujin, her ku diçe zêdetir dibe.

Her wiha, bendewariya jiyanê ya zilamên Japon jî ji 79.55 salan daket 79.44 salan.