Her sê şoreşgerên Kurd li Gavleyê hatin bîranîn
Li bajarê Gavle yê Swêdê her sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn.
Li bajarê Gavle yê Swêdê her sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn.
Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin li bajarê Gavle yê Swêdê hatin bîranîn.
Nivîskara Swêdî Anna Jorgensdotter di civînê de axivî û bi bîr xist ku yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê ji aliyê MÎT a Tirk ve hatin qetilkirin.
Jorgensdotter jiyan û têkoşîna Cansiz bi bîr xist û got, "Divê em ji bîr nekin ku têkoşîna jinan a li dijî sîstema baviksalarî û kapîtalîzmê navneteweyî ye... Li dijî faşîzm û zordariyê divê em piştevaniya xwişkên xwe bikin."
Piştî axaftinê fîlmê 'Sara' yê li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hate nîşandan.