Her sê jin ên şoreşger li Fransa, Îtalya û Elmanyayê hatin bîranîn

Li Fransa, Îtalya û Elmanyayê Kurd tevî dostên xwe sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Fransa, Îtalya û Elmanyayê hatin bîranîn.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê, Komkujiya Parîsê li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê hate şermezarkirin. Kurd tevî dostên xwe yên Îtalyayî tevlî çalakiyê bûn û ji bo balê bikişînin ser rola dewleta Fransayê ya di komkujiyê de çelenga reş danîn ber sefaretxaneyê.

Çalakgeran bal kişandin ser xemsariya hikumeta Fransayê û destnîşan kirin ku wê şopdarê dozê bin.

Piştre heyetek ji çalakgeran dosyayek der barê komkujiye radestî rayedarên sefaretxaneyê kir.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi Însiyatîfa Jinê ya Zîn civîneke bîranînê pêk hat.

Di çalakiyê de dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Li meydana Kleberê jî find hatin vêxistin û belavok hatin belavkirin.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê bi pêşengiya baskê jinan ê FEDA'yê çalakiya bîranînê hebû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd sînevîzyonek hate nîşandan.

Bi navê TJK-E'yê Zelal Amed axivî û got, "Bi pêşengiya berxwedanê re bûn afirînerên şoreşa jinê ya li Rojava."