Fermandara Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Jinên Azad ên Starê (YJA Star) Delal Amed tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşketina çalakî û hemleya gerîlayên Kurd a li Bakûrê Kurdistanê, her wiha li gel vê xurtkirina serhildanên gelê Kurd, nirxand. Delal Amed da zanîn ku Ocalan helwestek a berxwedanê nîşan daye, hukûmeta AKP’ê jî dixwaze vê helwestê veşêre û got ku ew ê tevgera şoreşgerî ya ku ji aliyê gerîlayan ve hatiye destpêkirin, azadiya Ocalan bi dest bixin. Amed got ku gelê Kurd dê rêveberiya xwe ava bike.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-STARê Delal Amed, der barê rewşa siyasî, şer û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî û bal kişand ku ser sedemên veşartinên wendayiyên di şer de yên artêşa Tirk û hemleya gerîlayan a li Bakûrê Kurdistanê dane destpêkirin. Her wiha Amed beşdarbûna gerîlayên YJA-Star a di vê pêvajoyê de jî nirxand.
'AKP HELWESTA BERXWEDÊR YA RÊBERTIYA ME VEDIŞÊRE'
Delal Amed bi taybetî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û hewldanên wî yên ji bo çareseriyê bi bîr xistin û sedemên tecrîdê wiha nirxand; “Yekemîn; Rêbertiya me rûyê rast ya AKP derxist holê û ji bo raya giştî aşkere kir. Duyemîn; Ji ber ku rêbertiya me dît ku hevdîtinên bi heyetan re ji bo mijûlkirinê ne, helwest nîşan da. Tevî malbata xwe hevdîtinên bi hemû aliyan re red kir. Sêyemîn; AKP xwest, ku bi tecrîdkirinê rêbertiya me bêdeng bike, tevger û gelê me bê perspektîf bihêle û di eslê xwe de bawer dikir, ku tevgera me nikare bi serê xwe berxwedanê pêş bixîne. Lê belê bi awayekî zelal derket holê ku bendewariyên AKP şaş in û weke daxwaza wê jî nebû.
Amed destnîşan kir, ku rewşa azadî û ewlekariya rêbertiya wan di asta xeterê de ye û têkoşîna li hember rewa nîşandana tecrîdê silav kir.
'PÊNGAVA ME WÊ HEMÛ KURDISTANÊ BIGRE NAVA XWE'
Delal Amed pêvajoya şer ya li Şemzînan, Oramar, Çelê û Bêşebê jî nirxand û wiha dewam kir; ''Nedibû ku em li hember zêdetir ragirtina rêbertiya me di şertên esaretê de bêdeng bimînin. Rêbazên ne kêmî şertên rejîma 12 Îlonê têne meşandin. Armanca sereke ya şerê me yê gel a şoreşgerî, parastina hebûna me û bidestxistina azadiyê ye. Asta ku îro berxwedana me gihiştiyê, îradeya dijmin şkandiye û kontrola gerilayan zêdetir bûye. Qadên ku gerila konrol dikin, wê bêtir berfireh bibin, wê hemû Kurdistanê bigire nava xwe û hetta ku Xweseriya Demokratk were sazkirin, wê dewam bike.''
Amed destnîşan kir ku dewleta Tirk û artêşa wê xaka ku gelê Kurd li ser dijî bi temamî dagir kiriye û got; ''Piraniya hêza artêşa Tirk; rêxistina polîsan, yekîneyên taybet ên hatine rêxistinkirin, hemû li Kurdistanê hatine bicihkirin. Ev hêza leşkerî ya ku çeperên xwe çêkiriye û li Kurdistanê bi cih bûye, her tim êrîşê gelê Kurd û şervanên wê yên azadiyê dike. ''
GAV BI GAV BER BI XWESERIYA DEMOKRATÎK VE
Amed destnîşan kir ku hedef û armanca dewleta Tirk ji bilî dagirkerî û qirkirinê ne tu tiştek din e û got; “Jixwe me vê di jiyana rojane de dibînin. Her tim zext li mirovên me tên kirin. Li her kuçe û kolanek qereqolek danîne” û wiha domand; “Hêzên me yên gerîlayan li ser esasê ku vê dagirkeriyê rawestînin û bersiva van êrîşan bidin têdikoşin. Di vê çarçoveyê de hêzên me yên gerîlayan li Şemizînan, Çelê, Oremar û Elkê artêşa Tirk bê bandor hiştiye. Niha tu serweriya dijmin li vir nemaye. Em dixwazin li vir şert û mercên ku gel li van herêman xwe bi xwe bi rêve bibin biafitînin. Hemleya me ya gerîlayan, hemleya pêngav bi pêngav avakirina Kurdistana Xweser a Demokratîk e.”
AKP NIKARE XWEDÎ LI NUNERÊN XWE DERBIKEVE
Delal Amed herwiha destnîşan kir, ku li herêmên ku di bin kontrola gerilayan de ye, di serdestiya dewleta Tirk nemaye û got; 'Hikûmeta AKP ketiye rewşeke wisa ku nikare xwedî li nûnerên xwe yên ku li cem me girtî ne derbikeve. Her çend hukumeta AKP hewl bide şerê bi vî rengî û asta van çalakiyan veşêre jî, nikare li hember pêşveçûna têkoşîna me ya ku her ku diçe pêşde diçe û li her derê belav dibe, tiştek bike”.
GERÎLAYÊN JI BI RÊBAZÊN XWE TÊDIKOŞIN
Delal Amed, di derbarê liv û çalakiyên gêrilayên jin de jî van agahiyan da; ''Bi qasî ku têkoşîna me ya şoreşê têkoşîna şerê gel ya şoreşgeriye, di heman demê de ewqas jî şoreşa jinê ye. Li herêmên Şemzînan, Oramar, Çelê û Bêşebabê berxwedana me bi awayekî xurt û berfireh dewam dike û hêzên meyên gerilayên jin jî bi cesareteke mezin û lewendî di nava vê berxwedanê de ne. Gerilayên jin, bi rê û rêbazên xwe û çalakiyên xwe yên fedayiyane nîşan didin, ku çiqas bi nirxên azadiyê û azadiyê ve girêdayî ne. Têkoşîna Jinan, wê di dawiyê de felsefeya, 'eger ev dinya azad bibe, tenê dikare bi azadbûna Rêber Apo azad bibe' biafirîne.''
'PÊŞENGIYA DAYIKÊN ME YA JI BO VÊ TÊKOŞÎNÊ HÊJA YE'
Delal Amed, asta zanist û têgihiştina ku têkoşîna wan gihiştiyê jî wiha şîrove kir; ''Pêşengiya Dayikên me ya ji bo têkoşînê şayanî teqdîrê ye. Gelê dizane em ji bo çi şer dikin û xwedî li şerê me derdikeve. Gelê me bi ti awayî ewladên xwe ango cenazeyên şervanên azadiyê teslîmê dewleta Tirk nake. Herî dawî li Elkê di pêşengiya dayikan de gelê me helwestek bêhempa nîşan da û kîn û hêrsa wê ya li hember hêza dagirker hêjayî teqdîrê ye. Divê ev helwest û sekna bi heybet li hemû Kurdistanê were nîşandan.'
Delal Amed di dawiya roportajê de jî, banga bilindkirin têkoşîn û pêşdebirina serhildanan li gelê Kurd kir.