Helwesta Swêdê ya li hemberî penaberên jin rastî nerazîbûnan tê
Helwesta Swêdê ya li hemberî penaberên jin rastî nerazîbûnan tê
Helwesta Swêdê ya li hemberî penaberên jin rastî nerazîbûnan tê
Saziyeke civaka sivîl a bi navê Komîsyona Etîk, Daîreya Koçberiyê ya Swêdê sûcdar kir ku bêyî lêkolînên pêwîst bike, daxwaza mafê penaberiyê ya jinên pêwîstiya wan bi parastinê hene, red dike.
Komîsyona Etîk rapora xwe ya li ser mijarê bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku qanûnên li ser mafê penaberiyê ji aliyê mêran ve hatine amadekirin û jinan naparêzin. Polîtîkaya Swêdê ya li hemberî jinên penaber jî weke "Li derveyî mirovahiyê û berjewendîparêz" bi nav kir.
Di rapora ku bi alîkariya yek ji nivîskarên navdar ên Swêdê Agneta Pleijel û doktoran hat amadekirin de, rewşa 12 jinên serî li mafê penaberiyê dane, bi awayekî cuda tê nirxandin.
Komîsyonê ragihand ku di şer û pevçûnên etnîkî de destavêtin weke çekekê tê bikaranîn û dide zanîn, ku divê ji ber vê yekê jinên rastî destavêtinê hatine mafê penaberiyê yê siyasî bê naskirin.
Tê gotin ku qanûna li ser mafê penaberiyê ya Swêdê, li ser bingeha Peymana Cenevre ya di sala 1951'ê de ketiye meriyetê hatiye amadekirin, pênaseya penaberiyê ya di vê peymanê de cih digire ji bo mêrên hetero-seksuel ên ji ber xebatên siyasî rastî zexta dewletê tên e, ji ber vê yekê li jinan nayê û jin weke apolîtîk tên dîtin.
Komîsyona Etîkê da zanîn ku jinên zexta zewicandinê li wan tê kirin, rastî şîdet û cihêkariyê tên divê mafê penaberiyê ji wan re bê naskirin û diyar kir ku têgîna 'Zexta ji ber sedemên zayendî' ya di sala 2006'an de li Qanûna Biyaniyan hat zêdekirin, bandoreke gelekî kêm dike.
Di raporê de tê gotin ku karmenên li Daîreya Koçberan wezîfedar, ji ber ku der barê şîdeta zayendî, bazirganiya jinê, zexta ji ber namûs û toreyê agahiyên wan ên têrker nîne, serlêdanên penaberiyê nikarin baş binirxînin.
Anîta Dorasîo ya tevkarî li rapora Komîsyona Etîkê kir anî ziman, ku karmendên li Daîreya Koçberan ji ber pirsên rast ji jinên penaber nakin, bersivê rast jî nastînin.
Nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Xaça Sor, piştî rapor di medyayê de cih girt dan xuyakirin ku wan bi xwe jî gelek caran tespît kirine ku Daîreya Koçberiyê bêyî lêkolîneke têrker bike biryarê dide, lê belê zehmet e ku tespît bikin ev rewş çiqasî zêde ye.
Swêdê, Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê ya ji bo pêşıgirtina li şîdeta li hemberî jinê, ku di 1'ê Tebaxa 2014'an de ketibû meriyetê, di meha Gulanê de îmze kiribû. Tevî ku ev peyman naskirina mafê penaberiyê ji bo jinên rastî şîdetê hatine li ser welatên endam ferz dike jî, Daîreya Koçberiyê daxwaza penaberiyê ya jinên rastî destavêtinê hatine, red dike.