Helbestvana Jin a Kurd Kejal Îbrahîm Xidar rehmet kir

Helbestvana Jin a Kurd Kejal Îbrahîm Xidar ji ber xwînîbûna mejî rehmet kir.

Helbestvana Jin a Kurd Kejal Îbrahîm Xidar (50) ya ku ji ber xwînîbûna mejî rakiribûn Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê, ligel hemû mudaxeleyên bijîşkan rehmet kir.

Xidar di sala 1968’an de li navçeya Qeladizê ya Raperînê ji dayîk bûbû. Di sala 1990’an de ji bo ku rojnamegeriyê bike, tevî hevserê xwe derbasî Silêmaniyê bû. Li Lîseya Pîşeyan a Silêmaniyê karmendî kir.

Xidar di sala 1987’an de dest bi nivîsandina helbestan kir û berhemên wê li Erebî û Farisî hatin wergerandin. Du berhemên wê bûn şano.

Xidar gelek ked da wêje û helbesta Kurdî. Xidar di heman demê de Endama Lijneya Nivîskarên Kurd bû.