Hejmara nû ya Newaya Jin: Leylayên bûne çirûska şoreşê!

Hejmara 167'an a Newaya Jin bi manşeta "Leylayên bi rojê re destgirtî bûne û bûne çirûsk ji şoreşê re" derket.

Rojnameya jinan a mehane Newaya Jin, di hejmara xwe ya Sibatê de bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya jinan tên kirin û bi manşeta "Leylayên bi rojê re destgirtî bûne û bûne çirûsk ji şoreşê re" derket.

Rojnameyê di hejmara xwe ya 167'an de daxuyaniya KJK'ê ya li ser Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) ku şehîd bû, li manşeta jorê weşand. Di hejmara 167'an de mijarên siyaset, medya, aborî, hilbijartin, hiqûqa ceza û têkoşîn cih digirin.

KOMPLOLYA NAVNETEWEYÎ

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr ragihand, ku Komploya 15'ê Sibatê ku 20 sal temam kir, ji bo Kurdan roja qirkirinê ye û got, "Têkoşîna ji bo pûçkirina komployê di heman demê de têkoşîna têkbirina qirkirinê û jiyana bi hev re ya aştiyane ya gelan e."

'EM BIBIN DENGÊ BERXWEDANÊ'

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven pêk tên, ji aliyê Parlamentera HDP'e Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hate şîrovekirin. Taşdemîr bal kişand ser girîngiya xwedîderketinê û bang kir ku her kes bibe dengê vê berxwedanê.

Ji çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê nûçegihan Gulîstan Çiya Îke jî heman mijar ji rûpelên Kurdî yên rojnameyê re şîrove kir bi bîr xist, salvegera 20'an a Komploya 15'ê sibatê bi pêngava mezin a berxwedanê hatiye pêşwazîkirin.

'RÊWÎTIYA KU BI QASÎ SEDSALEKÊ DIRÊJ E...'

Çalakgereke din a greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Dîlek Ocalan jî serdana 23'ê Kanûna 2013'an a li Îmraliyê nirxand. Dîlek Ocalan çûyina Îmraliyê bi gotina 'mîna kêliyekê kurt e, mîna sed salê dirêj e' pênase kir.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, rewşa siyasî ya rojane ya li Tirkiyeyê ji rûpelên Kurdî yên rojnameyê re nirxand û bal kişand ser tifaqa faşîst a li dijî Kurdan.

Di hejmara 167'an a rojnameyê de Doçent Dr. Fatma Karakaş Dogan meseleya jinan û zarokên girtî yên li girtîgehan, nivîskar Rojda Yildirim jî meseleya Palû ku demeke di rojevê de heye, analîz kirin.

Rojnamevan Nîl Gun jî li ser Woman TV a bi qalê mêr hatiye vekirin nirxandin kir.

Hevpeyvîna Çarçel Engîzek bi Hevberdevka Zîreetê ya Rojava Bêrîvan Qamişlo ya li ser aboriya civakî û nêrînên endamên jin ên KNK'ê yên li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd a demokratîk di hejmara 167'an de cih digirin.