Hejmara Newaya Jin a Çile ji bo 3 jinên şoreşger hat veqetandin

Hejmara Newaya Jin a Çile ji bo 3 jinên şoreşger hat veqetandin

Rojnameya Newaya Jin bi hejmara teybet di meha Çileyê digihe xwendevanên xwe.

Rojnameya Newaya Jin a ku li Ewropayê mehane tê weşandin, hejmara Çile ji bo 3 jinên şoreşgerên Kurd ên ku li Parîsê hatin qetil kirin veqetand.

Rojnameya Newaya Jin a bi 20 rûpelan bi Kurdî û Tirkî weşanê dike, di hejmara bê de hevalên wan yên şoreşê û malbatên Sakîne Cansiz (Sara), Fidan Dogan (Rojbin) û Leyla Şaylemez (Ronahi) behsa têkoşîna wan dikin.

Di Rojnameya bi manşeta “Di rêgeha rojê de jinên bê mirin” de nivîsên hevalên Cansizê yên ku bihev re 30 sal têkoşîn dane meşandin Sakîne Karakoçan û Muzaffer Ayata cih digre, li milê din hemû qunciknîvîs mijara wan têkoşîna 3 jinên şoreşgerên Kurd û komkujiya Parîsê digre nava xwe.
 
‘HAYDÊ  SAKÎNE TU JI ÇIYAN HEZ DIKÎ'

Rojname cih dide diyaloga di navbera Sakîne Cansiz û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nivîsek bi navê “haydê Sakîne tu ji çiyan hez dikîn “ ji bo xwendevanên xwe amade kiriye.

Di hejmara meha Çile de beşek ji bo malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatiye veqetandin û malbat tê de behsa zarokên xwe dikin.

Di beşên ku malbat behsa kesayeta zarokên xwe, girêdana wan a bi têkoşîna azadiyê re dikin û gelek aliyên 3 jinên şoreşgerên Kurd tînin ziman de hin beşên wê wiha ye:

“Sakîn Cansiz û Dayîk û bavê wê: Dayîk û bavê Sakîne Cansizê”  Ew navê keseke ku li cihê kesên tên perçiqandin, serî hildin û tine têne hesibandine,  parêzvana gelekî ku hebûna wî tê înkar kirine. Navê keseke ku parêzvaniyê dikir. Herî dawiyê jî aştî xwestiye, di nava aştiyê de lê dane. Ji derveyî vêna, ma çawa şîrove bikim.

Dayika Fîdan Dogan: Fîdan çawan dihat dîtin di rastiyê de wiha bû. Dilê wê pak bû… gelek hez ji kenînê dikir, gelek ciwan dikenî. Niha jî çavên min her tim li derî ne; wê ew ken bê, destpêkê wê çavên wê bên mal de, ez dibêjim wê ruyên germ wê dîsan bên. Ez hin jî li benda Fîdanê me.

Dayika Şaylemezê: Piştî komkujî hat bihîstin, di şevekê de bi deh hezaran kes hatin cem hev. Her kes bi êş û bi kîn bûn. Tişta hêvî dida me xwedî derketina gel ya li cenazeyan bû. Her dem serê min bilind û bi keça xwe jî serbilind bûm. Xwesta serê xwe rakiriya û ji vê dîrokê re şahidî bikiriya. 

Di rojnameyê de di derbarê 3 jinên şoreşgerên Kurd de daxuyaniyên TJKE, KJB û Komalên Ciwan jî cih digrin.