Hejmara 9’an a Kovara Jineolojî derket

Hejmara 9’an a kovara birdozî, zanîstî Jineolojî bi sernavê “Etîk-Estetîk” derket.

Kovara Jineolojî ku di hejmara xwe ya 9'an de "Etîk-Estetîk-1: Di dîroka civakiyî de berxwedana başî û bedewê" nîqaş dike. Xwîner dikarin li pirtûkfiroşann kovarê peyda bikin.

“BAŞ BIFIKIRE, RAST BÊJE, XWEŞ ÇÊBIKE’

Di kovarê de "Etîk-Estetîk" di 16 nivîsan de tê nîqaşkirin. Ji bo vê dosyeyê, edîtoryaya kovarê gotina Zerdeşt a "Baş bifikire, rast bibêje, xweş çêbike" bi bîr dixe û wiha dibêje: "Ey çeşnê me yê ku ji ber eşref-î mehlûqat e pesnê xwe dide; ma tîrika jiyanê kengî ber bi xeletiyê ve zîvirî, kengî kirêtî û nebaşî çêbû. Divê hîn jî mirov guh bide gotina Zerdeşt ku dibêje 'Baş bifikire, rast bibêje, xweş çêbike' û divê mirov li karekterên ku ji vê rêgezê dûr dikevin û li hemberî zilma zalim deng dernaxînin binerin. Ma hîn jî gotinên Rakela hêja ne di kerika guhê me de ne? 'Xwişk û birayên min, heta em tarîtiya ku ji pitikekê kujer diafirîne lêpirsîn nekin, tu tişt nayê kirin...' Me di vê hejmara xwe de felesefeya ehlaqê ya ku ev gotin bi Rakelê dan nivîsandin û vê pergala ku ev hevok bi Rakelê dan sazkirin nivîsand. Em dikarin Rakelê wisa jî ragihînin: Heta li hemberî nebaşî û kirêtiyê micadele neyê kirin, başî û bedewî nayê jiyîn."

Wê di hejmara bê ya Jîneolojiyê de "Etîk-Estetîk-2: Ziman, Çalakî û Teoriya Başî û Bedewiyê" nîqaş bike.