Hejmara 158. a Newaya Jin derket

Hejmara meha Gulanê ya rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin bi manşeta "ALAYA MOR li dijî cîhana mêr, zayendîperest, Tirk û Sûnî" derket.

Rojnameyê di manşeta xwe de cih da yek ji kedkarên Tevgera Jinên Kurd Muzeyyen Palabiyik (Sosyalîst Şîlan Firat) ku 26'ê Nîsanê li bajarê Lunen ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Daxuyaniya TJK-E ya li ser mijarê hate weşandin.

Hejmara meha Gulanê ya rojnameya Newaya Jin li ser rojeva Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê hate amadekirin. Di rojnameya mehane de gelek hevpeyvîn, gotar û dosya hene.

Rojnamevan Fîlîz Koçalî atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê nivîsand û bi sernavê "Ji Tirkiyeya Reîs ber bi bihara gelan ve" işaret bi polîtîkayên baviksalarî û faşîzan ên AKP'ê kir.

Zerîn Rûken li ser tifaq û hevsengiyên nû yên li herêmê analîz kir û destnîşan ikr ku 2018 wê bibe sala serketina jin û gelan.

Di hejmara vê mehê de hevpeyvîna bi Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît re hate weşandin.

Zubeyde Teker jî detayên daxuyaniya CPT a li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan analîz dike.

Rojnameyê wekî din cihekî berfireh da berxwedêrên di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne. Şevîn Nûdem çîroka jiyanê, lêgerîna azadiyê û têokşîna şoreşgerên enternasyonalîst Alîna Sanchez, Anna Campbel û Îvana Hoffmann dinirxîne.

Ji fermandarên YJA Starê Gulnaz Ege (Nûran Er) ya 29'ê Îlona 2017'an li Amed-Licê şehîd bû ji aliyê hevrêya wê Arya Andok û Nûdem Nûrhak (Turkan Yuksel) a li Şirnexê di dawiya Nîsana 2017'an de li Şirnexê şehîd bû ji aliyê Hêja Zerya ve hatin vegotin.

Di rûpelên Kurdî de jî hevpeyvîna bi Berpirsyara Buroya Jinê Nûjîn Yûsif, analîza Dîcle Xabûr a li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn, portreya Deyfe Xatûn ku ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hatiye amadekirin û gotara "Şerê hebûna mirovahiyê" ya nivîskar Zeynep Erdem hene.

Rojnameyê her wiha bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî cih da nirxandina "Zimanê jinê û Kurdî" ya A. Avesta Aydin.