Hefteya çalakiyê ya jinên ciwan ên Stûttgartê pêk hat

Endamên saziyên  JCA û JXK’ê yên Stûttgartê ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî rêze çalakî kirin.

Di vê heftê de aktîvîstên Jinên Ciwan ên Azad (JCA)  û Jinên Xwendekar ên Kurdistan (JXK) ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin rêze çalakî kirin.

Di pêşengtiya jinên ciwan de li 6’ê Çileyê hevdîtina ciwanan pêk hat. Ciwan bi hev re perspektîfên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser welatparêzî û birdoziya rizgariya jin xwendin. Li ser vê esasî ciwan li ser girîngiya rêxistinbûna xweser a jinê kirin.

9’ê Çileyê jinên ciwan ji bo bîranîna Sara, Rojbîn û Ronahî çalakiyek lidar xistin. Bîranîn saetên şevê saet  21:00 bi paneleke li ser jiyan û têkoşîna sê jinên Kurd destpê kir.

Jinên Ciwan dewleta Tirk û hikûmeta Fransa ya li hember qetlîamê bêdeng e şermezar kirin. Ciwanan qetlîama Parîsê berdewam Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navkirin.

Piştî nirxandinan pêşangeha wêneyan a li ser 3 jinên şoreşger ên Kurd hatibû vekirin hate nîşandan.

10’ê Çileyê jî endamên JCA û JXK filma ‘Jiyana min tim şer bû’ ya li ser têkoşîna Sakîne Cansiz hatibû amadekirin hate nîşandan.