HDP'ê hovîtiya polîsên tecawizkar xiset rojeva Meclîsê

HDP'ê, hovîtiya polîsên Tirk a li Stenbolê ku dest avêtin jinekê, xist rojeva Meclîsê.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, hovîtiya polîsên Tirk Şeref Şik û Îsmaîl Kok ku li Stenbolê dest avêtin jina bi navê Î.K., xist rojeva Meclîsê.

Taşdemîr bi vê armancê pêşnûme pirsek pêşkêş kir. Di pêşnûme pirsê de hate ragihandin, Î.K. a destavêtin lê hate kirin, piştî êrîşê serî li Amîrtiya Navenda Polîsan a Aksaray Şehîd Vedat Ûlûsoy da, lê belê serlêdana wê nehate wergirtin û ceza li polîsan nehate birîn.

'ÇIMA NEHATINE GIRTIN?'

Taşdemîr di pêşnûme pirsê de ev pirs kir:

"*Du polîsan piştî ku jinek ji wesayitê peya kirin, 4 saetan ew girtin û li wesayita polîsan dest avêtin wê û pereyên wê jê stendin. Van polîsan cesaret ji ku girtine ku vê bikin?

*Wezîfedarên ku ji jina ciwan re gotin, 'biçe malê, xwe bişo, ez ê cezayê wan bi xwe li wan bibirim' û bi vê yekê re xwest hem delîlên destavêtinê ji holê rake, hem jî giliyê li ser vî sûcê giran qebûl neke. Çima wezîfedarên ku ev kirine bi rengekî negirtî tên darizandin?

* Î.K. a ku 4 saetan li wesayita polîsan hate girtin û li hundirê wesayitê destavêtin lê hate, ji bo parastina jiyana wê û desteka civakî û psîkolojîk we tiştek kirine?

* Eşkere ye, ji ber ku jina bû hedefa êrîş û destavêtin biyanî ye, ji polîsan hebû ku wê gilî neke û bûyerê veşêre. Ji ber ku giliyê jina mexdûr li qereqolê nehate qebûlkirin, ti lêpirsîn hatiye vekirin?

* Ji sala 2002'an heta 2018'an ji ber sûcên êrîşên zayendî yên li wesayitên polîsan û qereqolan hatine kirin, çend polîs ketine ber lêpirsînê?"