HDK: Bila jin der barê kurtajê de biaxivin

HDK: Bila jin der barê kurtajê de biaxivin

Lijneya Rêveberî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) der barê gotûbêjên li ser kurtajê de got ; “Bila jin biaxivin, bila desthilatî û zilam bê deng bibin.”

HDK’ê der barê gotûbêjên li ser “kurtajê” de daxuyaniyek da û got; “Polîtîkayên mêtîngeriya li ser bedena jinan berdewam dikin” û wiha domand; “Hikûmeta AKP’ê ji roja hatiye ser desthilatiyê heta îro behsa beden, nasname û keda jinan dike û bê ku ji wan bipirse biryaran digire, qanûna çêdike, bi daxuyaniya dawî ya der barê kurtajê de dijminahiya li hemberî jinan gihandiye asta serî jor.”

HDK’ê diyar kir ku ji bo kurtajê eniyeke navneteweyî heye û wiha hat got ku desthilatiya mafê zarokên ji dayîk bûne naparêze, heta dawî li jiyana wan tîne, niha jî di bin navê parastina zarokên di zikê dayîka xwe de êrîşê jinan dike. HDK’ê got; “Heman desthilatiyê heta îro jî tenê daxuyaniyeke biçûk jî der barê tecawizê de nedaye. Vê mijarê her tim hewaleyê edaleta ku her tim tecawizkaran diparêze kiriye. Bi daxuyaniya ku dibêjin ‘bila jinên li rastî tecawizê hatine zarok bînin, dewlet dê lê bimeyzîne’ dixwazin çanda tecawizê di nava civakê de weke bûyereke asayî nîşan bidin."

HDK’ê bi bîr xist ku di mijara biryardayîna li ser nasname û bedena jinan mafê jinan e û got; “Divê ev helwest bê şer û bê merc ji aliyê desthilatiyê ve bi vî awayî were qebûlkirin.”

HDK got; "Di gotûbêjên kurtajê de ji bo me tişta girîng û sereke tendurîstî û mafê jinan e" û wiha domand; "Em daxwaz dikin ku dema kurtajê di çarçoveya daxwazên rêxistinên jinan de bên zêdekirin, divê rêbazên kontrolkirina zayînê ne tenê li ser jinan, li ser mêran jî bên pêşxistin û kurtaj bi awayeke bi tendurîstî û bê pere pêk bê."