Hat îdîakirin ku jina ciwan xwe kuştiye

Hat îdîakirin ku jina ciwan xwe kuştiye

Hat îdîakirin ku li gundê Çartak ê Mehmudiye jina ciwan a bi navê Nesrîn Yuksel bi tifingê xwe kuştiye.

Hat îdîakirin ku jina ciwan Nesrîn Yuksel a li gundê Çartak ê girêdayî navçeya Mehmudiye ya Wanê bi tifingê xwe kuştiye. Di bûyera ku serê sibehê de pêk hat, hat îdîakirin ku Yuksel li odeya xwe bi tifinga bavê xwe xwe kuştiye.

Li ser dengê guleyan malbatê ku cenazeyê Yuksel di nav xwînê de dîtin, piştî pêşotopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê, cenaze şandin Wanê.

Hat ragihandin ku Yuksel ev 3 meh in dergistiye û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.