Guven: Sînorên sunî êdî bê wate dimînin

Guven: Sînorên sunî êdî bê wate dimînin

Şaredara berê ya Wêranşarê Leyla Guven li Kongreya Komîteya Rêveberên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KRHXKE) axaftinek kir. Guven got: “Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin herêmên me ji nêz ve eleqedar dike. Niha ji ber pevçûn, kaos û krîzên li Iraqê li bajarên me yên sînor liv û tevgereke cidî heye.“

Endama rûmetê ya Kongreya Komîteya Rêveberên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KRHXKE) Leyla Guven, weke mêvana taybet a Desteya Konseya Ewropayê di kongreya bi beşdariya nûnerên şaredarî û herêmên 47 welatan pêk hat, de axivî. Guven diyar kir ku yek ji peywirên girîng ên kongreyê ew e ku polîtîkayên rêveberiyên herêmî yên welatan bişopîne.

'POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ YA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ NE GELEK BAŞ E'

Guven destnîşan kir ku polîtîkaya Tirkiye ya têkîldarî rêveberiyên herêmî ne gelek baş e û diyar kir ku divê were zanîn li Tirkiyeyê, li şûna pêşketina herêmîbûnan, navendîbûn û otorîterbûn pêş dikevin. Guven bi bîr xist ku gelek şaredariyên biçûk hatin girtin û li ser şaredariyên mezin hatin qeydkirin.

Guven da zanîn ku ew projeya rêveberiyên herêmî û xweser a DBP'ê diecibîne û diyar kir ku ji bo vê yekê jî xebatê wê hene. Guven got: ''Divê Tirkiye di demeke zû de dest ji fobiya Kurd berde û Şertê Rêveberiyên Xweser û Herêmî yên Ewropayê qebûl bike. Ev yek wê feydeke mezin bide pêşketina demokrasiyê, pêvajoya çareserî û diyalogê yên di navbera tevgera Kurd û dewletê de.''

'SÎSTEMA HEVSEROKATÎ BI AWAYEKÎ FIÎLÎ TÊ PÊKANÎN’

Guven ragihand ku DBP ji bo pêşketina demokrasiyê û berfirehkirina mafên jinan hewldaneke mezin dide û got: ''Ji bo jin bikarin bi awayekî aktîf di nava siyasetê de cih bigirin, di hilbijartinên herêmî yên 3'ê Adara 2014'an de ji bo hemû şaredariyan hevserok hatin destnîşankirin. Piştî hilbijartinê bi awayekî fiîlî sîstema hevserokatiyê tê pêkanîn. Ji ber ku di qanûna Tirkiyeyê de sîstema hevserokatiyê tune ye.''

SÎNORÊN SUNÎ ÊDÎ BÊ WATE DIMÎNIN

Guven got:“Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin herêmên me ji nêz ve eleqedar dike. Niha ji ber pevçûn, kaos û krîzên li Iraqê li bajarên me yên sînor liv û tevgereke cidî heye. Bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin wê pêşeroja herêmê jî biguherîne. Kurdên Rojava yên nexwestin bibin aliyên şerê li Sûriyeyê bi hêza xwe kantonên xwe yên demokratîk û xweser ava kirin û bi modela xwe diyar kirin ku hemû ol, ziman, bawerî û çandên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn.''

30 ROJ IN LI KOBANÊ TÊKOŞÎNA JIYANÊ HEYE

Guven bal kişand ku ji 15'ê Îlonê ve çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî dijwar êrîşî Rojava û bi taybet êrîşî Kobanê dikin. Guven bi bîr xist ku 30 roj in pevçûnên dijwar li Kobanê diqewimin û got ku gelê Kobanê bi rojane bi bêderfetiyên xwe ve li dijî çeteyan têkoşîna jiyanê dimeşînin. Guven bal kişand ku gel deriyê xwe li Êzidiyên ji aliyê Şirnexê ve hatin û Kobaniyên ji aliyê Pirsûsê ve hatin vekirin.

Leyla Guven bûyerên li Şengalê Êzidiyan bi bîr xist û got: ''Li gorî agahiyên me bi dest xistine, gelek ji li şûna bikevin destê wan hovan, xwe kuştine. Pêwîstiya Êzidiyên ku ji ber komkujiyê reviyan û hatin herêmên me bi rehabîlîtasyonê heye.''

Guven bi bîr xist ku piştî komkujî û êrîşên li dijî Kobanê berxwedana li herêmên Kurdan ên li Tirkiyeyê destpê kirine û got: ''Ji Tirkiyeyê hatiye xwestin ku destekê bide Kobanê û korîdoreke mirovahiyê ji bo Kobanê veke. Di bûyerên bi rojan berdewam kirin de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûne.'' Guven destnîşan kir ku piştî bûyeran qedexeya derketina kolanan li Amed û gelek bajarên din hatine ragihandin û bi dehan kes hatine girtin û binçavkirin.

Piştî axaftina Guven, beşa pirs û bersivan destpê kir.