Guney: Desthilatdar ji îradeya jinê ditirse

Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê Ayşe Guney got; “Di operasyonên desthilatdariyê ya navenda wê Amedê de destgîrkirina jinan ne tesaduf e û desthiltdarî ji îradeya jinê ditirse.”

Roja 9’ê Cotmehê di operasyonên li dijî rojnamevan û siyasetmedaran de polîsan bi ser 200 navnîşanan de girtin û ji 151 kesên ku derbarê wan de biryara lêgerîn û girtinê heye, 127 kes hatin destgîrkirin.

Li Amedê 23 kes piştî îfadeya li Miduryeta Emniyetê ya bajêr roja destpêkê hatin berdan. Roja Pênçşemê jî 24 kesên sewqî dadgehê hatî kirin ji wan 11 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, rojnameger Kibriye Evren jî di nav de 13 kes hatin girtin. Li aliyê din 20 kesên ku 3 jê rojnameger sewqî edliyeyê hatîn kirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 2 kes jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.

‘DESTHILATDAR JI ÎRADEYA JINÊ DITIRSE’

Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê Ayşe Guney têkildarî operasyonên siyasî ji ANF’ê re axivî û got kesên hatine destgîrkirin piraniya wan jin in. Guney wiha domand; “Destgîrkirin dide nîşandan ku desthilatdar ji îrade û bibiryabuna jinê ya di hilbijartinên giştî yên 2015’ê ditirse.”

Guney got; “Desthilatdarî di operasyonan de da nîşandan ku çawa ji îradeya ji ê ditirse.” Guney hilbijartinên 2015’ê jî bi bîr xist û wiha domand; “Sekn, bi biryardarî û têkoşîna jinan a di hilbijartinên giştî yên 2015’an û Rewşa Awarte de di nava desthilatdariyê de tirs da avakirin. Ev desthilatdariya ku dixwaze vê têkoşîn û îradeya bi hêz ya jinê bişkîne operasyonên siyasî li dar dixe.”

ZEXTÊN KU BERIYA HILBIJARTINÊN HERÊMÎ....

Guney got beriya hilbijartinên herêmî bi taybet girtina rojnamevanan ne tesaduf e û bi van operasyonan re desthilatdar dixwaze hilbijartinên herêmî lez bike.

Guney diyar kir ku operasyonên siyasî nêzikatiya AKP’ê ya li gelê Kurd e û wiha got; “Ev destgîrkirin rewşa 16 salan a deshilatdariya AKP’ê ya nêzikatiya li gelê Kurd e. Armanca wan a bingehîn tepisandina Kurd e, tesfiyekirin qirkirin e.”

‘EM Ê DEV JI NIVÎSANDINA RASTIYAN QET BERNEDIN’

Guney got AKP dixwaze çapemeniyê bike yekdestîbûn û ji ber ku çapemeniya azad ji sekna xwe ya diyar a li dijî politîkayên yekdestîbûnê tawîz nedaye di hedefa desthilatdariyê de ye.

Guney wiha domand; “Çapemeniya azad hate hedefkirin. Ji ber ku çapemenî ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye kontrolkirin û bûye çapemeniya yekdestîbûnê. Çapemeniya azad a ku li dijî vê çapemeniya yekdestîbûnê ji nivîsandina rastiyan tawîz nedaye bûye hedefa desthilatdariyê. Divê desthilatdarî demildest dev ji operasyonên li dijî çapemeniya Kurd berde. Destgîrkirin ne li gorî qanûnan e. Divê demildest xebatkarên çapemeniya azad hevalên me werin berdan. Em weke peyrewên kevneşopya çapemeniya azad em ê di lêgerîna xwe ya heqîqetê de tu caran tawîz nedin û rastiyan binivîsînin.”