Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û şandeya jinan ji bo tevlî 2'yemîn Konferansa Jinan a Neteweyî ya Kurd bibin çû Hewlêrê. Şandeya jinan a ji Bakûrê Kurdistanê ji Deriyê Sînor ê Xeburê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
Şandeya jinan a ji 50 kesên di nav de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak, parlementerên BDP'ê Mulkiye Bîrtane, Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel, aktîvîstên DOKH'ê, Dayîkên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî hene hatin navçeya Silopiyê ya Şirnexê.
Piştî şandeya jinan li navçeyê hate pêşwazîkirin ji bo tevlî konferansa jinan a dê sibê li Hewlêrê bi slogana "Pirrengî û yek dengî" bibin çûn Deriyê Sînor ê Xebûrê û derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.