Greva birçîbûnê ya li Tarsûsê di roja 39'an de ye
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a navçeya Tarsûs a Mersînê, berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, di roja 39'an de ye.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a navçeya Tarsûs a Mersînê, berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, di roja 39'an de ye.
Greva birçîbûnê, ku 15'ê Tebaxê bi 12 jinan dest pê kir, bi 60 girtiyên jin di roja 39'an de dewam dike. Rewşa tenduristiyê ya girtiyên grevê nebaş dibe.
Ji girtiyan Halîse Balkaş di roja 33'an a greva birçîbûnê de li malbata xwe geriya û li ser greva birçîbûnê ya ji bo başkirina şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê û dawîanîna li kiryarên dij bi hiqûqê dane destpêkirin, agahî da. Balkaş diyar kir, ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş dibe, serê wan gêj dibe û mehdê wan dixele.
Halîse Balkaş anî ziman, ku dema ji ber pirsgirêkên tenduristiyê diçin revîrê, gardiyan bi miameleyeke nebaş nêzî wan dibin.
Balkaş ragihand, daxwazeke li derveyî hiqûqê ya girtiyan nîne û destnîşan kir, ku ew di berxwedana xwe ya greva birçîbûnê de bi biryar in. Her wiha diyar kir, ku serdegirtina qewîşan bi rengekî rûtîn tê kirin û destûr nayê dayin ku qewîş têkiliyê bi hev re deynin.