Gotina dawî ya Ortakaya: Serhildan û hêrsa xwe mezin bikin

Gotina dawî ya Ortakaya: Serhildan û hêrsa xwe mezin bikin

Kader Ortakaya ya ku ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan lê hate girtin û hate qetilkirin, herî dawî tevlî bernameyeke Stêrk TV bibû. Ortakaya bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê û da diyarkirin ku parastina Kobanê têkoşîna mirovahiyê ye. Ortakaya da diyarkirin ku li Kobanê her roj destan têne nivîsandin û berxwedan bi destkeftiyên mezin encam digire û banga: “Em serhildan û hêrsa xwe ya ji bo azadiyê mezin bikin” kiribû.

Kader Ortakaya ya ku li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan lê hate girtin û hate qetilkirin, du roj berê tevlî bernameyeke Stêrk TV bibû. Ortakaya da diyarkirin ku ew li gundê Miseynterê nobetê digire û bal kişand ser girîngî û wateya berxwedana nobetê ya li ser sînorê Kobanê. Ortakaya wiha behsa sedema xwe ya tevlîbûna nobeta berxwedanê ya bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re kir: “Dewlet dixwaze van gundan vala bike. Armanca wan ji valakirina gundan ew e ku van herêman li gorî dilê xwe bi kar bînin û bi qasî ku dixwazin destekê bidin DAIŞ’ê.  Em li vir destekê didin gundiyan û nahêlin gund bêne valakirin. Li aliyeke din jî em destekê didin hevalên xwe yên li eniya berxwedanê şer dikin. Ji ber ku em bi çalakiyên xwe yên li vir bi awayekî dengê xwe digîhin wan hevalan. Em hewl didin ku hêzê bidin hevalên xwe. Ji ber vê jî berxwedan pir bi wate û girîng e. Ji ber vê jî ez bang li her kesî dikim ku destekê bidin vê nobeta berxwedanê û têkoşînê. Divê em gundên li ser sînor bi tu awayi bi tenê nehêlin. Divê em vê deverê weke eniyeke şer bibînin.”

Ortakaya di bernameyê de rola jinan a di berxwedan û şer de nirxand. Ortakaya bal kişand ku jinên ciwan di eniya pêş a şer de cih digirin û wiha domand: “Jinên ciwan di çeperên herî pêş ên şer de cih digirin.  Hevala me Arîn Mîrxan bi çalakiya xwe ya fedayî ruhê jinên ciwan a di şer de nîşan da.  Gava em îro li Rojhilata Navîn dinêrin dibînin ku DAIŞ li hemberî jinan meydanê vedixwîne. Ji ber vê jî hebûna gerîlayên ji di eniya pêş de ji bo vê vexwendina meydanê  bûye bersiv. Jixwe vê berxwedanê bi xwe vexwendina meydanê ya DAIŞ’ê vala derxistiye.  Jinên ciwan îro nîşan dan ku jin çi qas diguhertinên civakî û pêvajoyên bi vî rengî de bi bandor in."

‘PARASTINA KOBANÊ TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ YE’

Ortaka ya bal kişand ku kapîtalîzmê mirovahiyê tune kiriye û şerê parastina Kobanê weke têkoşîna mirovahiyê bi nav kir. Ortakaya got: “Parastina Kobanê ne parastina Kurdbûyin an jî Tirkbûyinê  yan jî parastina nasnameyekî tenê ye. Ev têkoşînek mirovahiyê ye.”

BANGA XWEDÎDERKETINA LI KOBANÊ

Ortakaya bal kişand ser berxwedana şervanên MLKP Serkan Tosun û Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Îro sosyalîst û komunîstên ku ne di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdan de ne, weke heval Paramaz û Hevala Serkan, di eniyên pêş ên berxwedanê de cih digirin. Îro hevalên ji Konyayê, ji Trabzonê Kobanê diparêzin” û banga xurtkirin û xwedîderketina li berxwedanê li her kesî kir.

JI BO CIWANAN BANGA MEZINKIRINA SERHILDANÊ

Ortakaya di axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan û got: “Ciwan siberoja civakê ne, ew ê siberojê biafirînin” û diyar ki rku ji ber vê jî ciwan li metropolan jî û li çeperên berxwedanê yên li Kobanê jî xwedî li vê têkoşînê derdikevin. Ortakaya got: “Îro di berxwedana xwedîderketina li Kobanê de hêrsa ciwanan tê dîtin. Divê ciwan hêrsa xwe bi serhildanan rave bikin û vê serhildanê mezin bikin. Divê ciwan li her derê serhildanê bin. Ez ji vir bang li hemû ciwanan û bi taybet jî bang li jinên ciwan dikim ku serhildan û hêrsa xwe mezin bikin.”

 ‘SÎSTEMA ROJAVA NÎŞAN DA KU DIKARE BIBE ALTERNATÎF’

Ortakaya di berdewama bernameyê de wiha axivî: “Sîstema li Rojava hate hate avakirin û bi Kobanê re bû sembol nîşan da ku gelên ku bi salan in di bin destan de ne dikarin bêyi ku tu hêzên emperyalîst û dagirker bidin aliyê xwe sîstemeke alternatîf ava bikin.  Îro êrîşên DAIŞ’ê û hêzên ku destekê didin DAIŞ’ê yên li ser Rojava ji tirsa wan tê. Ji ber ku ew dixwazin her tim Rojhilata Navîn weke qadeke şer bibînin. Ji berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn şer derdixin. Ji ber wê jî naxwazin sîstema li Rojava tê avakirin li Rojhilata Navîn hebe. Ji ber ku sîstema li Rojava hate avakirin, nîşan da ku gelên bi salan in bindest in dikarin bêyi ku tu hêzên dagirker û emperyalîst bidin pişt xwe sîstemek alternatîf ava bikin. Sîstema li Rojava hate avakirin ne tenê ji bo Kurdan ne tenê ji bo Tirkan û ne tenê ji bo Ereban e. Sîstema li Rojava hatiye avakirin hemû pêkhateyan digire nava xwe û her kes dikarin xwe di nava vê sîstemê de îfade bikin. Jixwe sîstema Kantonê jî vê yekê vedibêje. Ger bêjin çima ne dewletek a Kurdan an jî ne pêkhateyek xweser a Kurdan, çima kanton, divê mirov bersiva van pirsan li vê derê bibîne. Gava em li hêzên serdest dinêrin Rojhilata Navîn ev e. Her tim di nava konseptan de  ji nasnameyên cuda mirovan berdidin hevdu. Jixwe gava em li polîtîkayên dawî yên Tirkiyeyê dinêrin em dibînin ku dixwazin Elewiyên li Sûriyeyê parçe bikin û berdin hev.  Konsepta li Rojhilata Navîn her tim li ser van şeran dimeşin. Sîstema ku îro li Rojhilata Navîn hate avakirin wê van konseptên hêzên dagirker û emperyalîst vala derxe. Ji ber vê jî ev hêzên desthilat ev qas bi dijwarî êrîşê Kobanê dikin û destekê didin DAIŞ’a ku êrîşê Kobanê dike.”

 ‘HER ROJ LI KOBANÊ DESTAN TÊN NIVÎSANDIN’

Ortakaya ku got: “Îro sedem û armanca hebûna Rojava û çima divê nekeve, di vê derê de veşartî ye” û wiha berdewam kir:

Ger îro Kobanê bikeve, ger Kobanê bin bikeve, wê hemû mirovahî û cîhan winda bike. Di heman demê de ger Kobanê bikeve wê hemû destekeftî û nirxên mirovahiyê û hêza bidestxistina van destkeftiyan ji destê mirovahî û cîhanê bike.” Kader Ortakaya di berdewama axaftina xwe de got: “Ger îro Kobanê nakeve, sedema vê yekê ew e ku em vê yekê baş fêm dikin. Wê jiyana li Kobanê bibe jiyaneke azad û wê di her wateyê de azad bibe û bibe bersiv. Me çawa bi hewldan û hêza xwe kariye li hemberî hêzên mêtînger sîstemekê ava bikin, em ê bi heman awayî bikarin bi hêza xwe şer bikin û vê sîstemê biparêzin.  Ev yek nîşanî her kesê hatiye dayin û her roj li Kobanê destaneke dîrokî tên nivîsandin.”

KOBANÊ WÊ BI BIDESTXISTINA DESTKEFTIYAN  BI ENCAM BIBE

Ortakaya bi bîr xist ku Kobanê îro bûye destanek û da zanîn ku hesên ku heta niha navê Kobanê nebihîstibû îro behsa Kobanê dikin û got: “Kuba giravekî biçûk bû. Li dijî hêzên dagirker, li dijî DYA têkoşiya û bi ser ket. Têkoşîna wê li Amerîkaya Latîn belav bû. Li gel hemû hewldanan heta niha nekarîne bi temamiya Amerîkaya Latin têxin bin destê xwe. Ez bawer dikim ku wê berxwedana Kobanê bi destxistina destkeftiyan bi encam bibe. Wateyeke wiha ya Kobanê ji bo şoreşa Rojhilata Navîn heye. Destkeftiyên li Kobanê bi xwe destkeftiyên hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Gava em li konjektora Rojhilata Navîn a li cîhanê dinêrin, Rojhilata Navîn cihê hemû bindestan e. Ev yek wê pêşî li têkoşînê vebike. Wê ev destan bi xwe bandoreke mezin li Rojhilata  Navîn bike. Hêzên dagirker û desthilat ji vê yekê ditirsin. Ji ber vê jî ji bo ketina Kobanê hemû tiştên ji destê van hêzan tên dikin.”

‘HETA AZADIYÊ…’,

Gotinên dawî yên Ortakaya wiha ne: “Çawa ku ew êrîşî cihekî ku me tovê azadiyê çandiye dikin, em ê jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe vî cihê ku me tovê azadiyê lê çandiye biparêzin û em ê ji bo wê şer bikin. Em ê heta azadkirina wê derê têbikoşin û têkoşîna xwe bidomînin. Bila ew jî vê yekê bibînin.”