Gora komî ya cenazeyên 80 jinên Êzidî hate dîtin

Li Şengalê gora komî ya cenazeyên 80 jinên Êzidî hate dîtin ên ku di dema fermana 73’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin.

Li Şengala ku çeteyên DAIŞ’ê fermana 73’an lê pêk anîn, goreke komî ya jinan hate dîtin.

Di çarçoveya fermanê de çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran Êzidî dîl girtîbûn û li bajarên Iraq, Sûriye û bajarên cuda difirotin. Ji ser fermana ku bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin re 3 sal derbas bû. Li nêzî navenda Şengalê goreke komî derket holê ya ku ji 80 cenazeyên jinan pêk tê. Gora komî ji aliyê Parlamenterê Êzidî yê Parlamentoya Iraqê  Hacî Kundur ve ji Ajansa Al-Ghad Press re hate ragihandin.