Girtiyên ku nahêlin tazî ser wan werin sehkirin dixin hicreyan

Girtiyên jin ên li girtîgeha Mêrdînê gotin rêveberiya girtîgehê li ser wan ferz dike ku wan tazî bikin û se wan seh bikin, dema ku vê qebûl nakin jî cezayê hicreyê didin wan.

Zext û êşkenceya li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê didome. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya  Tîpa E'yê ya Mêrdînê, bi nameyên ku ji malbatên xwe re şandin zexta li ser wan vegotin. Di nameyê de hate gotin bi polîtîkayên nû zext li ser wan têne danîn û diyar kirin, ''Seraqet zexteke psîkolojîk û fizikî li ser me tê kirin. Helbet ev zext li zindanan wê têk biçin. Lê me xwest bi rêya çapemeniyê van binpekirinan ragihînin.

Ji ber ku me rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me pîroz ki mehek cezayê girtîgehê dan. Her wiha ji ber ku me sirgûnkirina 2 hevalên xwe şermezar kir mehek ceza dan û nehiştin ku em malbata xwe bibînin.  Em bi midûrê girtîgehê re axivîn lê gef li me xwar ku me sirgûnî bike. Beriya bi çend rojan ji ber ku li ber stranên Kurdî me govend girt, mehek ceza dan ku em nikarin malbata xwe bibînin. Wiha di nav me didin.

Heftiya bihurî hevaleke me dema ku ji dadgehê vedigeriya lê ferzkirin ku xwe tazî bike û wiha ser wê seh bikin. Ji ber ku ev qebûl nekir cezayê hicreyê danê. Hevalên me yên ku ji doza Nisêbînê hatine girtin û temenê xwe biçûk in jî li ser wan ferz kirin ku xwe tazî bikin. Ji ber ku qebûl nekirine cezayê hicreyê dane wan. Hevaleke me jî dema ku li dadgehê piştî parastina xwe kirî ji ber ku dirûşm gotin lekeran lê dan. Li gel hemû serlêdanan jî em ti encamê nastînin. Divê parêzer bi ser vê mijarê de biçin.''