Girtiyên jin ên li Tarsûsê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Tarsûsê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Tarsûsê, bi daxwaza sererastkirina şert û mercan piştî 5 rojên bi armanca hişyarîkirinê, vê carê ji bo sererastkirina şert û mercan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. 12 girtiyên jin îro dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

DAXWAZÊN WAN

Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek ku bi girtiyan re hevdîtin kir daxwazên girtiyan wiha ragihand; "Naskirina mafên yasayî, pêkanînên mevzûatên girtîgehê, di dema girtîgehê de ji aliyê memûran ve were derbkirin û êşkence kirin têkildarî memûran bila lêpirsin were destpêkirin û werin cezakirin, dayîna daxwazname û nameyên ku hatine şandin, dawîlêanîna pêkanîna tazî ya dema ketina girtîgehê de, daxwazên girtiyan yên ji bo revîr û nexweşxaneyan weri bicihanîn, rakirina pêkanîna 'şertê yek cilan'"

'BERIYA DEMEKÊ DAWÎLÊANÎNA BINPÊKIRINAN'

Parêzer Bek diyar kir ku rewşa li girtîgehê bi fikar e û berî demekê pêwîst e binpêkirin bi dawî bibin û wiha got; "Girtî daxwaza mafên xwe yên yasayî dikin. Dixwazin pêkanînên li dijî şikandina rûmetê bi dawî bibin.”