Girtiyên ji doza PAJK'ê: Em serî li hemberî zilmê natewînin

Girtiyên ji doza PAJK'ê: Em serî li hemberî zilmê natewînin

Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê yên ji doza PAJK'ê bi nameyekê diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyên PAJK'î anîn ziman ku ew dê can bidin, lê li hemberî zilmê seri natewînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAKJ'ê ku di 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratik u zimanê zikmakî dest pê kiribû di roja 59'an de berdewam dike. Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê yên PAJK'î bi nameyekê diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyên PAJK'î anîn ziman ku ew dê can bidin, lê li hemberî zilmê seri natewînin. Girtiyên jin anîn zimn ku hikûmeta AKP'ê li hemberî çalakiya grevê ker û kor e û pir sersar nêzî mijarê dibe û wiha got: "Ji bo daxwazên gelê kurd ên rewa şolî bike û berovaji bike her tiştî tev li hev dikin. Bila her kes baş zanibe ku jiyan ji bo me pîroz e. Em bi qasî ji bo wê bimirin ji yanê hez dikin. Ger ku em daxawzên xwe bînin ziman, wê demê divê ji bo jiyanek bi rûmet em têbikoşin. Em ji bo mafê xwe yê bi rumet tekşînê didin, lê her tim em rastî zilmê tên. Ji bilî ku em bedena xwe bidin mirinê tu rê ji mere nehat hiştin. Em dikarin canê xwe bidin, lê em li hemberî zilmê serî danînin. Em li hemberî vê helwesta AKP'ê dê çalakiya xwe berdewa bikin. Heta ku daxazên me pêk bên dê çalakiya me jî bidome. Em bang li her kesî dikin ku li van daxawzên me yên mirovane xwedî derkevin."