Girtiya nexweş Tokmak rakirin nexweşxaneyê

Girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê ji ber rewşa wê ya tenduristiyê xerab bû rakirin nexweşxaneyê.

Girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin şevê din ji ber rewşa wê ya tenduristiyê xerab bû rakirin Nexwşexaneya Lêkolin û Perwedehiyê ya Sadî Konûk.

Parêzera Tokmak Eren Keskîn got; “Fatma Tokmak bi kurê xwe Azad yê 2.5 salî re êşkence lhate kirin û hate girtin. Ji aliyê DGM’ê ve hate cezakirin. Fatma ji ber sûcê ne kiriye li girtîgehê ye û nexweşiya dil li gel heye Weqfa Mafê Mirovan rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ da. Lê belê Tipa Edlî got ‘dikare li girtîgehê bimîne’. Niha li nexweşxanyê bi mirinê re rû bi rû maye!.”

Keskîn got nexweşiya dil bi Tokmak re heye û tenê malbata wê dikare hevdîtinê li gel pêk bîne. Keskîn got wê di nava rojê de parêzer ji bo hevdîtinê bikevin nava helwdanan.