Girtiya ku di greva birçîbûnê de ye êşkence lê hate kirin

Girtiya nexweş Dîcle Bozan a ku 27 roj in di greva birçîbûnê de ye, sirgunî Girtîgeha Jinan a Xarpêtê hate kirin.

Girtiya nexweş Dîcle Bozan a ku  di Girtîgeha Tîpa R’yê ya Menemenê de 27 roj in di greva birçîbûnê de ye, sirgunî Girtîgeha Jinan a Xarpêtê hate kirin.

Bozan ji bo ku tedawiya wê neyê kirin ji Girtîgeha Xarpêtê ew şandibûn Girtîgeha Tîpa R ya Menemenê ya ku girtiyên nexweş lê hene.

Bozan 9 mehan li vê derê ma, lê nehate tedawîkirin. Ji ber vê jî Bozan ji ber zextan di 20’ê Nîsanê de tevî Ergîn Aktaş, Yûsûf Bûlût û Ehmedê Xemî re dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Tendirustiya Dîcle Bozan di xetereyê de ye. Lingekî wê tune û li ser herdu piyên wê birîn hene. Ji ber ku emeliyata wê nehatiye kirin, roviyên wê bi mehan e, li derve ye.

Li hucreya Bozan gardiyanên mêr hatine peywirdarkirin. Dîcle Bozan a ku dixwest tedawiya wê were kirin û wê bişînin Girtîgeha Şakranê, bi lezûbez sewqî Girtîgeha Jinan a Xarpêtê hate kirin.

Ergîn Aktaş û Ehmedê Xemî jî greva birçîbûnê didomînin, Yûsûf Bûlût ji ber meha Remezanê navber da greva birçîbûnê.

Girtiyên ku 27 roj in di greva birçîbûnê de ne, gelekî lawaz bûne û tansiyona wan ketiye.