Her çendî der barê wê de tu delîlên şênber tune ne, girtiya bi navê Gulîtan Çelîk ev 30 meh in di Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoya Stenbolê de ye. Çelîka 23 salî nexweşiya wê ya fetqa piştê heye û niha jî ji ber helwesta keyfî ya saziya tiba edlî bi şehîdbûnê re rû bi rû ye.
Gulistan Çelik di sala 2009 de ket girtîgehê, ji ber êşa dijwar a pişta xwe ew şandin Nexweşxaneya Pwerdehî û Lêkolînê ya Samatya û Bakirkoyê. Di rapora hat amadekirin de hat diyarkirin ku divê Çelîk di demek zû de emeliyat bibe. Lê di sala 2012 de ew şandin Saziya Tiba Edlî. Saziyê da karûbarên dayîna raporê jî dereng xist û bi awayeke devkî got ku şemitîna piştê heye. Vê yekê jiyana Gulistanê pir zor kir. Niha li benda rapora ku dê ji Tiba Edlî bê ye û rewşa wê her ku diçe xirabtir dibe.
KARANÎNA PARFUMÊ JÎ BÛ ENDAMTIYA RÊXISTINÊ
Gulistan Çelîk li semta Okmeydaniyê ya Stenbolê dijiya û ji bo dersên gitar û folklorê diçû Komeleya Demokrasî û Çandê. Di 2’yê berfanbara 2009 de polîsan bi ser mala wê de girt û ew binçav kirin. Piştî ku ew dibin Midûriyeta Emniyeta Stenbolê, polîs zorê li kesa/ê bi navê S.K. dikin ku der barê Çelîk de îfade bide û bi vî awayî Çelîk bi hinceta “endama rêxistinê ye” hate girtin.
Gelo tişta ku Gulistanê kir “endama rêxistinê” çi bû? Yek ji sucên komîk û trajîk; Komeleya Çand û Demokrasiyê ya Okmeydaniyê ya ku bêhna benzînê jê dihat, şûştiye û parfum pêde kiriye. Hinceteke din jî ew e ku kesek di xwepêşandanekê de rûyê wê girtî bû û bejna wê dişibe ya Gulistanê.
YEKITIYA TIBA EDLÎ Û DARAZÊ
Her çendî demek dirêj e di girtîgehê de ye, lê ji ber ku bi awayeke rêkûpêk nehatiye dermankirin, êşa pişta wê her ku çûye zêdetir bûye. Gulîstanê di sala 2011 de şandin Nexweşxaneya Pwerdehî û Lêkolînê ya Samatya û Bakirkoyê. Di rapora hat amadekirin de hat diyarkirin ku divê Çelîk di demek zû de emeliyat bibe. Lê 9. Dadgeha Cezayê Giran a ku Gulîstan lê dihat darizandin, vê yekê nedît. Parêzerê Gulistanê Sînan Zîncîr di her rûniştinek a dozê de dixwaze miwekîla wê bişînin tiba edlî, lê ev daxwaz piştî 24 mehan hat qebûlkirin. Lê di sala 2012 de ew şandin Saziya Tiba Edlî. Saziyê da karûbarên dayîna raporê jî dereng xist û bi awayeke devkî got ku şemitîna piştê heye.
Gulîstan Çelîk êdî hatiye rewşek wisa nema dikare bimeşe û piraniya wextê xwe di nava nivînan de derbas dike. Niha jî bi xeteriya şehtbûnê re rû bi rû ye.