Girtî bi kelepçe û zincîrkirinê tên dermankirin

Hate ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi kelepçe û zincîrkirî tên dermankirin.

Pêkanînên der mirovî yên li hember girtiyên piştî dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn dewam dikin. Li gelek girtîgehan girtîn nayên rakirina nexweşxaneyê, derket holê ku kiryarên dişibin vê yekê li girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên kirin.

Parêzerên diçin girtîgehan hevdîtinê bi girtiyan re dikin, diyar kir ku girtiyên dawî li çalakiyên xwe anîn dermankirina bi zorê ya destê wan kelepçe û zincîrkirî li ser wan disepînin.