Hat ragihandina gerîlayên jin ên YJA-Starê li navçeya Pilemûrîye ya Dêrsimê çalakiyek li dar xistin, di encamê de 2 leşker mirin û 3 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Çapemenî ya YJA-Star ve hate dayîn de hat diyarkirin ku gerîlayên jin ên YJA-Starê li navçeya Pilemûrîye ya Dêrsimê çalakiyek li dar xistin, di encamê de 2 leşker mirin û 3 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiya 26’ê îlonê saet di 17.00 de li navçeya Pilemûrîye ya Dêrsimê ji aliyê gerîlyên YJA-Star ve hatin lidarxistin de 2 leşker mirin û 3 jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk piştî çalakiyê herêmê bê serûber bombebaran kirine.