Hat ragihandin ku li navçeya Şaxê ya Wanê cerdevanê bi navê Îsmaîl Can û hevsera wî ya cerdevan Zumeyra Can ji aliyê gerîlayên YJA Star ve hatine binçavkirin.
Di 1’ê tîrmehê de, li gundê Tenge yê navçeya Şaxê ya Wanê cerdevanê bi navê Îsmaîl Can û hevsera wî ya cerdevan Zumeyra Can hatibûn binçavkirin. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku her du cerdevan ji aliyê gerîlayên YJA Star ve hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du cerdevan ji ber sucê “hevkariya bi dijmin re û handana (teşwîqkirin) cerdevantiyê” ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hatine binçavkirin û lêpirsîna wan berdewam dike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Di 1'ê Tîrmehê de li navçeya Şaxa Wanê sercerdewanê Gundê Tengê Îsmaîl Can û hevjîna wî ya cerdewan Zumeyra Can ji ber hevkariya bi dijmin re dikin û teşwîkê cerdewaniyê dikin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê hatine binçavkirin. Lêpirsînên cerdewanên binçvakirî hîn jî berdewam dike."