Gerîlayan Zîlanê bi çalakiyan bi bîr anî

Gerîlayan Zîlanê bi çalakiyan bi bîr anî

Gerîlayên HPG û YJA Star, li Herêmên Parastinê yên Medyayê (HPM) têkoşera PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya di 30’ê hezîrana 1996 de çalakiya fedayî li Dêrsimê pêk anî, bi merasim û çalakiyan bi bîr anîn.

Di merasima li herêmên gerîlayan hat lidarxistin de, tevî gelek gerîlayan, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Narîn Engîzek jî beşdar bû. Piştî merasima leşkerî, Zîlan bi civînek der barê çalakiya wê de hat bibîranîn. Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Narîn Engîzek di civînê de axivî û peyamên girîng da. Piştî civînê, bernameya gerîlayan bi çalakiyên çandî berdewam kir.

Di civîna bi boneya bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) de, di 30’ê hezîranê hat lidarxistin de Narîn Engîzek axivî û bal kişand ser çalakiya Zîlan û rola wê ya di têkoşîna azadiyê de. Engîzek got; “Ger mirov çalakiya Zîlanê tenê weke çalakiyeke leşkerî û xwekuştinê bibiîne, ev yek xwexapandinek mezin e.” Engîzek bal kişand ser zext û êrîşên ku PKK di wê demê de pêre rû bi rû mabû û diyar kir ku Zîlanê bersiv da sûîqesta li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewlên tunekirina gerîlayan bersivek meizn daye.

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Narîn Engîzek got; “Ger îro jinên Kurd dikarin li her qadan cihê xwe bigirin, di têkoşîna azadiyê de aktîf bin, em vê yekê deydarê Zîlanên ku pêşengiyê ji me re kirine. Di Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a ku pêk hat de jî şehîdên me pêşengî kirine û divê em tişta danîne pêşiya me baş binirxînin.”

Engizek da dıyarkirin ku heta niha jî komkujiyên li hemberî jinan berdewam dikin û jinên Kurd li hemberî vê yekê berxwedaneke bi rûmet nîşan didin wiha pê de çû; “Desthihlatî ji bo li civakekê bixe, beriya her tişê li jinan dixe, ya herî zêde vê tiştê dispêre Kurdan îro hikûmeta AKP’ê ya ku Erdogan serokatiya wê dike ye.

Engîzek destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê di pêkanînên li hemberî jinan de tu pîvanên exlaq nas nake û wiha domand; “Erdogan dibêje ger çalakiyan rawenewestînin, dest ji çekan bernedin, dê operasyon berdewam bikin. Lê Erdogan operasyonên bi armancên tunekirinê di zivistanê de birin ser hevalên me yên ku çalakiyan li dar nedixistin jî, bi vî awayî li Garzanê 15 hevalên me yên jin şehîd bûn. Ya ku fermana vê yekê jî daye hikûmeta AKP’ê ye.”

Engîzek diyar kir ku di qada siyasetê jî hikûmeta AKP’ê bi sedan jin girtiye û avêtiye girtîgehan û wiha domand; “Ji bo berfirehkirina êrîşên li hemberî jinên hemû amûrên siyasetê bi kar tîne. 5 hevalên me yên li Amedê bi gaza jeneratorê şehîd bûn, bi mehan weke amûreke siyasetê bi kar anî. Li hemberî vê yekê jî gerîlayên me yên jin li Garzan, Cûdî û gelek cihên din, tu tawîz nedan û li hemberî teslimiyetê dest ji têkoşîna azadiyê bernedan û heta gihiştin şehadetê li ber xwe dan. Em ê her tim xwedî li xeta wan jinên bi rûmet derbikevin û têkoşîna xwe xurt bikin.”

Piştî axaftinê gerîlayan dirûşim qêriyan û li çepikan xistin.