'Gerîla wê sala 2019'an tecrîdê û dagirkeriyê bikişînin'

Fermandar Gulhat diyar kir, rêya serketinê bi kesyaetên serketî pêkan e û diyar kir, ew li serketinê asê bûne û teqez azadiya gelan misoger bikin.

Yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG û YJA Starê Gulîstan Gulhat li ser têkoşîna sala nû pirsên ajansa me bersivand. 

Tevgera Azadiyê PKK'ê, di nava 40 salên xwe yên têkoşînê de rê li ber çi vekir, çi ava kir?

Tevgera Azadiyê ji roja destpêkê ve bi pêşengiya Rêber Apo fikrê hebûn û serxwebûnê afirand. Ji ber vê di rêya azadiya gelekî û tevahiya mirovahiyê de di navbera çar dîwaran de bi awayekî dîl tê girtin. Li ser navê tevahiya hevalan sala nû di serî de li Rêberê Azadiyê pîroz dikim. Di şexsê Delal, Atakan, Zekî, Mazlum û şehîdên qehreman de şehîdên azadiyê bibîr tînin, dubare soza têkoşînê didin. Em berxwedana pîroz a tevgera me li tevahiya hevrêyên di çeperên şer de li ber xwe didin, tevahiya dostên partiyê û her kesê ku dilê wan ji bo azadiyê lê didin pîroz dikin. 40 sala partiya me bi dîrokeke pir tijî re derbas bû û di vê berxwedaniyê de fedakartî, serfirazî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya mirovahiyê deriyeke nû yê jiyanê vekir. Beriya fikir û felsefeya Serok Apo, mirov li rewşa Kurd binêre wê bê dîtin ku ber bi tinebûnê bû, lê bi PKK'ê re gelê Kurd ji keviya kendalan hate rizgar kirin. Beriya PKK'ê gelek komkujî li gelê Kurd dihate kirin, lê her tim li ber xwe dan. Hêzên dijmin wiha bawer dikirin ku tevgera PKK'ê jî di 24 saetan de tine bikin û kesek nikaribe li ser navê Kurdan bijîn, lê tevgera me bi berxwedaniyeke pir mezin sala xwe ya 40'emîn bi awayeke pir xurt tijî kir û di sala nû de bi armanca serketinê xwe amade dike. Raste rast dixwestin gelê me bê hêvî bikin. Bi komkujiyên weke; Dersîm, Geliyê Zîlan û Koçgirî re êrîşên derveyî mirovahî pêk anîn da ku bikaribin gelê Kurd ji holê rabikin. Ne ji ber têkoşîna PKK'ê bûya wê komara Tirk gelê Kurd tine bikira ji ber ku komara Tirk hebûna pergala xwe di tinekirina gelê Kurd de dibîne. 

Beriya Tevgera PKK'ê, gelo gelê Kurd di çi rewşê de bûn? Bêguman her tiştî ji bo xwe weke çarenûsê didît. Ziman, xak, erdnîgarî û tevahiya tiştên ku têkîldarî hebûn, nasname û çanda Kurdbûnê dihat qedexe kirin û gelê Kurd vê yekê weke çarenûsa xwe didît û qebûl dikir. Her tiştên ku hatibûn inkar kirin di heman demê de hatibû pejirandin. Tevahiya mafên girêdayî hebûna Kurdan dihat dagir kirin lê belê ji aliyê Kurdan ve ev yek dihat pejirandin. Di roja îro de jî hêzên emperyal û qirker dixwazin vê yekê pêk bînin. Tenê xwestekê wan ew e ku Kurd, serî bitewînin û ji tinebûnê re bêjin erê. Bêguman beriya PKK'ê gelê Kurd rojane bi helandinê re rû bi rû bûn, ji hebûna xwe şerm dikirin, nedikarîn bi zimanê xwe biaxivin ango behsa hebûna xwe bikin. Derketina tevgera PKK'ê hesab ji zilmdaran xwestin e, tevgera PKK'ê tevgereke tolgirtinê ye. Gelê Kurd tenê, hebûn û jiyaneke azad daxwaz dike ji bona vê şerê azadiyê dimeşîne. Heta niha gelê Kurd; neyartî, dizî ango dagirkeriya çi kesê nekiriye lê zordarên vê serdemê ji zimanê siyasetê ango guftûgo fêm nakin tenê ji êrîşkarî, tine kirin û ji holê rakirina nirxên gelan fêm dikin ji ber ku pergalên serdest hebûnên xwe di tine kirina gelan de dibînin. 

Derketina ramanên Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê guhartinên çawa çê kir?

Divê em baş bizanibin; derketina PKK'ê û felsefeya Serok Apo xwedan fikrekî; civakekê, gerdûnî, azadîxwaz û serxwebûnê ye, fikreke wiha ye ku hêza kolektîf dike bingeh, tevahiya civakê digre nava xwe da ku kesek li ser kesên din zilm û zordariyê neke. Derketina PKK'ê li dijî; newekhevî, zilm û tine kirina tevahiya neteweya ne. Me li hember tevahiya pergalên, kapîtalîst û emperyalîst li ber xwe dan û xwe parast. Daxwaza wan ew e ku em bibin perçeyekî ji pergala wan, xizmetê ji pergala wan re bikin û di nava pergalên kapîtalîst de bihelin lê, ger ku em serî rakin, hebûna xwe biparêzin wê demê bi êrîşên herî dijwar re rû bi rû bimînin. Daxwaza wan ew e ku em hebûna xwe înkar bikin. Beriya PKK'ê rewşa gelê Kurd bi xeteriyekî mezin re rû bi rû bû û ji rastiya xwe dûr ketibû, lê haya xwe jê tine bû. Serokatî dibêje; "Dema ku min got Kurdistan bindest e wê demê ez hejiyam ji ber ku min zanî ku ev karekî gelek zehmete û divê em di bin vê karê de rabin." Ev 40 sale têkoşîneke bêhempa tê dayîn lê belê me pişta xwe neda ti kesî, me bi hêza xwe ya cewherî heta roja îro têkoşîn da ji ber vê yekê neyarên me û êrîşên li ser me zêde bûn ji ber vê divê ev yek ji nedîtî ve neyê nirxandin. Tevahiya hêzên emperyal û siyonîst bûn yek û Serokatiyê me bi komployeke berfireh radestî Tirkan kirin. Serok Apo çi zirar nedabû cîhanê lê belê, hêzên emperyal ên cîhanî beriya her tiştî ji fikir û felsefeya Rêbertî ditirsiyan. Rêber Apo li hember pergaleke xwînmêj û dagirker weke alternatîf, fikreke azad û mirovên azad dide afirandin. Bêguman fikir, birdozî û felsefeya Rêbertî di bingeha avakirina mirovên azad de bû. Keç û xortên Kurd û dilxwazên azadiyê dikarin vê pergala civakî bidin ava kirin. Ji ber ku Serok Apo li hember pergala xwînmêj serî radikir, lewma tevahiya hêzên emperyal bûn yek da ku bikaribin hêza ku Serokatî dayê ava kirin tine bikin. 

Hevrêyên destpêkê, Serok Apo û bi hezaran şehîdên qehreman bi hêzeke xurt ev 40 sale gelek tişt ava kirin. Dema ku mirov bi zanebûn lê temaşe bike wê bê dîtin ku; rê li pêşiya komkujiyan hatiye girtin, Kurdên bê hêvî careke din bi hêvî û bawer bûne, serî rakirine, bi fikreke azad xwe diparêzin, têdikoşin, siyasetê dikin, civakbûna xwe diparêzin û bi hebûna PKK'ê re li hember pergala xwînmêj serî radikin. PKK'ê civakeke Egîdane afirand, îrade xurt kir ji ber vê yekê mirovên ji her temenê li hember êrîşên qirker hebûnên xwe bi têkoşîneke xurt parastin. Ji her hêlê ve xwenaskirin û parastin çêbû. Dijmin digot; "Me Kurd bir çiyayên Agirî yê û me li wir xist bin axê, ser wan beton kir, êdî tiştekî nikare li ser wê betonê bijî" lê belê li hember tevahiya êrîşan, PKK'ê ew beton qelişand û di nav beton de serî rakir. Kurdên bi hêvî û bawer di şexsê Serok Apo, tevahiya hevrêyên pêşeng û şehîd de careke din serî hildan. 

Gelo çima PKK nayê tesfiye kirin ango hêzên emperyal ewqasî ji wê ditirsin?

Tevahiya pêşketin û destkeftiyên roja îro, bi hebûna PKK'ê hate bi dest xistin. PKK'ê di herêmê de hêzeke sereke ye ji ber vê di roja îro de bêyî PKK'ê ti kes nikare biryar bigre ango guhertineke çê bike. Ji ber vê ji bo tinekirina PKK'ê tevahiya hêzên kapîtalîst û emperyal dibin yek, êrîşên herî dijwar li gorî berjewendiyên xwe pêk tînin. Ji ber ku fikir û birdoziyên xurt zû bi zû nayên tasfiyekirin. Ger mirovên girêdayî fikir û birdoziya azadiyê; bi bîr û bawerî têbikoşin wê demê bi pêşengên xurt re wê birdoziya azadiyê her biçe belav bibe, xurt û civakî bibe. Tevgera me ya azadiyê PKK'ê heta niha pişta xwe nedaye çi hêzên din û ne terorîst in, tevgera PKK'ê tevgereke civakî, gelêrî û karkerên Kurdistanê ye. Pêşengên wê jî her ku diçe xwe di astê birdozî de xurt dikin.
 
Di hundirê 40 salan de dîrok û danehevên gelek dagirtî derketin holê. Di serdema ku weke PKK'ê em dijîn de ne kesekî dişibe me ne jî tevgera me dişibe rêxistinên din. Di cîhanê de hêzeke weke PKK'ê tine ye. Mîmara fikir û lêgera me ya azadiyê Serokatiya me ye. Em ne tenê li hember dewleta Tirk şer dikin, em li hember tevahiya dewletên dagirker û xwedan zihniyetên qirker têdikoşin. Bêguman serkêşa vê têkoşînê Serokatiyê me ye. Hêzên emperyal wiha hesap dikirin da ku Serokatiya me bi komployekî ve bê girtin wê demê ev tevger belav bibe lê Serokatî xwedan lêhûrbûneke wiha kur bû ku bi partîbûneke xwedan birdoziya azadiyê re lêgera têkoşînê kir. Bi fikreke sosyalîst rastiya civaka Kurd yên ber bi tienbûnê derxist holê û têkoşîna azadiyê pêşxist. Serokatî wiha got; "Di Kurdistanê de bêyî partîbûn û birdoziya azadiyê pelekî darê jî nahejê, beriya her tiştî divê kombûneke çêbibe." Serokatî ji tênebûnê hebûnê diafrîne, rastiya dijminê xwe nas dike û rêya têkoşîna rast diyar dike. Bêguman komara Tirk li ku derê dibe bila bibe bi navê hebûna Kurdan henaseke herî biçûk bibîne teqez wê êrîşê wê derê bike ji ber ku wê ji bona xwe weke xeterî dibîne. Tirk heta niha vê bandora xwe li ser dewletên din jî dike. Dijminatiyeke ewqasî kur li hember civakbûna Kurd heye divê herkes vê yekê bizanibe û li gorî vê têbikoşe. Serokatî herdem behsa civakbûn û serxwebûnê dike ji ber vê divê mirov dîroka xwe bizanibe da ku têkoşîneke rast bimeşînin. Dema ku me xwe nas kir wê demê emê neyarên li hember xwe jî nas bikin. 

Biryara ku dewleta DYE'yê ya li dijî sê pêşengên tevgera azadiyê girtiye hûn çawa dinirxînin?

Em milîtanên dîroka 40 salî ne û ji ber vê gelek kêyfxweşin, em şagirt û milîtanên Serok Apo ne. Kurdên xwedî lêgera azadiyê bin bêguman wê cîhê wan li vir be. Ger hebûnek civakî hebe jî bi rêya vê fikrê û tevgerê dibe ji ber ku me bi fikrê Serok Apo hebûn û civakbûna xwe nas kir. Amerîka ji bo pêşengên tevgera me biryara girtinê girt û ji bo pêkanîna vê yekê wê bi milyaran zêdetir pere bide. Weke milîtanên vê tevgerê divê em bizanibin da ku ev hevalana ji roja xwe naskirine û heta roja îro ji bo azadiya netewekî û mafê mirovahiyê têkoşiyane. Li çi welateke din çalakiyekî terorîstî pêk ne anîne, tişteke şexsî ên têkîldarê wan tine ne, bi her awayî xwe ji bona têkoşîna gelekî feda kirine. Di van êrîşan de bêmafiyeke herî mezin heye û ev berdewamiya komploya navnetewî ye. Wiha bawer dikin ku bi vî awayî Tevgera Azadiyê wê nikaribe xwe rêve bibe û bi demê re rizandin çêbibe û pê re jî tasfiye bibin. Dîl girtina Serokatî heman demê de bi mirovên tesfiyekar re serneketin, her lê nerîn ku tevgera me hîn pêşdetir diçe, Serokatî her tim pêngavên nû dike, planên wan vala derdixe ji ber vê ev 4 sale hevdîtinên bi Serokatî re qut kirin, tecrîta girankirî dikin. Lê dîtin ku bi fikrê Serokatî êrîşên li ser herêmê ji hêla Tevgera PKK'ê ve vala tê derxistin ji ber vê bi îxanetekî wiha re dixwazin îrade û hebûna gelê me tine bikin. Piştî ku ev biryar hat girtin şûnve li her deverê Kurdistanê û derveyî welat dijberiya vê biryarê hat nîşandan. Gelê Kurd wiha dibêjin; "Ew pêşengên me ne hêzên kapîtalîst dixwazin em pêşengên xwe bifroşin lê belê wê ev yek ti carî nabe, emê xwedî li pêşengên xwe derbikevin. Ew nûnerên gelê Kurd in." Tevahiya deverên ku gelê Kurd lê dijîn de divê; bi siyaseteke xurt bibin xwedan rûmet û dijberiyekî pir xurt nîşan bidin. Divê em weke milîtanên Kurd bi awayekî baş dahûrandina vê yekê bikin. Zîhniyeta netew-dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin ji ber vê yekê her ku diçe alozî hîn kurtir dibe. Edalet, wekhevî tine ye ji ber vê mirovahî bêzarbûnekî gelek mezin jiyan dike. Koçberbûn, birçîbûn, mirin, nexweşî di lutkeyan de tê jiyan kirin û tenê rêya çareseriyê fikrê Serokatî ye. 

Rewşa heyî, alozî, pirsgirêkên civakî wê tenê bi fikrê Serokatî û tevgera PKK'ê re bê çareser kirin. Em ji herkesê zêdetir xwedan şans in ji ber ku em xwedan; birdozî, felsefe û rêxistin in, beriya her tiştî em dizanin ji bona çi şer dikin û jiyan dikin. Êşên civaka Rojhilata Navîn wekhev e. Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryan û tevahiya netewên ku li Rojhilata Navîn dijîn heman êrîş û şerên qirker re rû bi rû dimînin. Li her deverê êrîş, şer, birçîbûn, koçberbûn û kuştin heye. Ji hêla hêzên netew- dewlet sucên mirovahiyê tê kirin ji ber vê weke Tevgera Azadiyê em ji bo parastina gelan şer dikin. Tevgera PKK'ê tevgereke mirovî ye û ji bo herkesê şer dikin. Bi avakirina PKK'ê re ne tenê di civaka Kurd de, li gelek netewên din de jî lêgera jiyana azad hat pêşxistin. Di asta fikir de civaka Kurd civakeke pir pêşketî ye ji ber ku jin pêşengtiya vê yekê dike ev jî bi saya Rêbertiya me ye. Jin koletiya herî kur jiyan dikir lê di roja îro de bi baweriyeke pir mezin li hember hêzên herî paşwerû şer dike, di çeperên herî pêş de berxwe dide. Gelek hêzên cîhanî wiha dibêjin; "Dema ku me dît jin di çeperên herî pêş de berxwe didin, li hember çeteyên Daîşê şer dikin wê demê me hêza jin bawer kir û me got wê Daîş tine bibe." Hebûna jinan ji dest hatibû girtin lê Serok Apo carek din wê zindî kir. Dema ku îradeya jinan ya azad bê dîtin wê demê rastiya Serokatî jî bê nas kirin. 

Weke milîtanên Ocalan di sala nû de armanc û biryara we çiye?

Tiştên ku PKK'ê ava kir, çêkir li ti welatên din tine ye û nehatiye jiyan kirin, tevahiya lêgera PKK'ê ew bû ku bi fikreke azad, îradeya azad ava  bike û azadiya gelan bi dest bixe. Divê kesayetên pir alî yên şoreşger bên ava kirin, her kêlî ji bo gihandina heqîqetê xwe nû bikin da ku serbikevin. 

Heta niha neyarên me ji bo tine kirina Tevgera Azadiyê bi hevre îttîfaq dikin, çi ji dest tê dikin da ku gelê Kurd tine bikin. êrîşê rûmet, îrade, bîr û baweriya civaka Kurd dikin. Divê em bi têkoşîna xwe nîşan bidin ku tevahiya hewldanên wan yên tine kirinê vala ye. Hêviyên wan yê serkeftinê divê bê şikandin. Em dibêjin; ewqasî êrîş çêbûn û çiqasî êrîş çêbibin jî emê di her hinaseke de rastiya Serokatiya azad jiyan bikin, şer bikin û ser bixin. Gerîla di sala 2019 an de wê tecrît û dagirkeriyê hilweşîne. Îdaa û baweriya me ev e. 

Her milîtaneke Serok Apo divê xwe ji bo şerekî dijwar û tevahiya rewşên awarte û zehmet re amade bike. Ji bo serxistina vê serdemê bi gerîlatiya modern re nûbûn û xwe ji nûve ava kirin bê esas girtin, derveyî vê rêya serkeftinê tine ye. Rêya serkeftinê jî bi kesayetên serkeftî û xurt re pêkan e. Di sala nû de divê bi danehev û berxwedanên dîrokî yên; hevrêyên şehîd, Tevgera Azadiyê, Serokatî û bi dostên gelê Kurd re divê di serketinê de kilît bibin û teqez di sala nû de azadiya gelan misoger bikin. Divê beriya her tiştî em xwedî li şehîdên şoreşa gelan derbikevin, bibin şopdarên wan, ala serkeftinê ji wan bigrin û berdewam bikin. Ev deynekî li ser milê me ye. Ger em şagirtên Rêbertî bin, hevrêyên Egîd, Zîlan û Sarayan bin, gelên berxwedêr yên dîrokî bin divê em her kêliyê xwe ji bo serkeftinê jiyan bikin lêyîstokên neyaran bibînin û planên wan vala derbixin, hevrêyên xwe yên şehîd bidin jiyan kirin. Em weke şagirtên Rêbertî divê her tim li pey heqîqetê bimeşin.