Gêrîlaya HPG'ê Viyan Penaber (Kader Alturk) ku di 4'ê Tebaxê de li Çelê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hate definkirin.
Gêrîlaya HPG'ê Viyan Penaber (Kader Alturk) ku di 4'ê Tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, bi dirûşmeya “Şehid namirin” li navçeya Qilabanê ya Şirnexê hate definkirin. Girseya ku cenazeyê gêrîla Viyan anîn Qilabanê li Mizgefta Rapen wecîbeyên olî hate kirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê gêrîla Viyan birin goristana mezraya girêdayî Qilabanê defin kirin.
Di merasimê de rêveberên BDP'e yên Şirnexê endam û nûnerên saziyên sivîl yên civakî jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girseyê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîla Viyan rakirin û alên PKK'ê bilind kirin. Girseyê di merasimê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan, tolhildan" û "PKK gele, gel li vire" û "Lêxin gêrîlla lêxin û Kurdistanê ava bikin" berz kirin.
Girse piştî cenaze defin kirin rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Cîgirê Serokê BDP'a Şirnexê Yusuf Ogurlu anî ziman ku, ciwanên Kurd ne ji ber jarî û xizaniyê ji bo nasnameya xwe derketine çiyê. Ogurlu da zanîn ku, zarokên kurdan, ji bo nasname, ziman, çand û nirxên xwe biparêzin derketine çiya û wiha got: "Divê em Xwesertiya Demokratîk pêş bixin û rê li pêşiya Azadiya Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan vekin.
Piştî merasimê girseyê bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kir.