Gerîla Andrea Wolf hate bibîranîn: Rastî di nav PKK’ê de dîtibû

Gerîla Andrea Wolf li Hambûrgê hate bibîranîn.

Gerîlaya bi eslê xwe Elman Andrea Wolf tevî 24 hevalên xwe di 22’ê Cotmeha 1998’an de li Şaxê ya bi ser Wanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin. Ji bo Wolf li Hambûrgê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hevalên Wolf ên ku tevî wê li çiyayên Kurdistanê têkoşiyabûn Roda Amara, Anja Flach û Wolfgang Strûwe qala bîranînên bi Wolf re kirin.

Roda Amara bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Wolf gotiye ‘Çiyayan gerîlayeke wisa nedîtiye”

‘DIXWEST JÊ RE BIBÊJIN RONAHÎ’

Amara got ku, “Wê bawerî bi hêza jinan dianî û qîmeteke girîng dida PAJK’ê. Ji me hemûyan bêtir têdikoşiya. Digot ji min re bibêjin Ronahî. Qedr û qîmeteke mezin dida Rêbertî û fikrên wî. Xeyala wê ev bû ku vê têkoşînê li ser axa xwe jî bidomîne.”

‘QÎMETEKE MEZIN DIDA RÊBER APO’

Anja Flach jî diyar kir ku ew û Wolf di heman serdemê de tevlî nav refên gerîlayan bûye û got ku “Ew ê zûtir tevlî nav refên gerîlayan bibûya, lê ji ber ku ji çonga xwe ameliyat bûbû, sal û nîvek piştre tevlî nav refan bû. Me çepgiriya Elmanyayê û dahatûya wê nîqaş dikir. Wolf qedr û qîmeteke mezin dida Rêber Apo. “

‘VEGER NE LI SER BALA WÊ BÛ’

Wolfgang Strûwe jî got ku, “Piştî ku baş fikirî, biryara xwe ya dawîn da û çû. Veger qet ne li ser bala wê bû. Di nav çepgirên Elmanyayê de yeka xurt û têkoşer bû. Lê bawerî bi vî tiştî dianî ku wê têkoşîna rastîn di nav PKK’ê de dîtiye.”

Bibîranîna ji bo Andrea Wolf bi guhdarîkirina muzikê bi dawî bû.