Xanim Onura ku 9 mehe girtiye bi nameyeke bal kişand ser rewşa zarokên xwe. Onur da zanîn ku keça wê ya 4 salî losemi ye û rewşa wê ber bi xirabûnê ve diçe. Onur bi dehan caran serî li cihên eleqeder daye lê heta niha bersivek erênî nehat dayîn. Onur tenê dixwaze rayedar li hemberî jiyana zarokekê hesasbin û bersiveke erênî bidin ku zaroka xwe bibîne.
Di nav 4 salên dawiyê de bi hezaran Kurd bi navê cuda hatin binçavkirin û hatin girtin. Girtîgeh êdî bû cihê hevdîtinê kesên ku bi salan hevdû nedîtine li girtîgehê an wek koxuşê an jî di hevdîtanan de hevdû dibînin. Sedema girtina van çend yek be jî lê her yek çîrokeke van heye. Jinan çîroka xwe ya jiyanê dikin du beş. Beşeke jiyana van ya derve û beşek jî jiyana van ya li girtîgehê ye.
Li girtîgehê rengê jiyanê cudaye bi taybetî kesên ku ji bo azadî, aştî û demokrasiyê têbikoşin. Ji ber ku tu dîlekî û polîtîkayên herî dijwar li hemberî te tê bikaranîn. Heke tu dayîk bi û li girtîgehê bi rewş ji sedî sed diguhere. Xanim Onur dayîka 2 zarokane û wekî bi sedan dayîkên din li girtîgehê ye. Çîroka Onur aliyek dişîbe çirokên dayîkên din û lê cûdabûnek wê çîrokê heye.
Xanim Onur di 16’ê îlonê sala 2011’an de dema li Cizîrê ber bi Enqerê ve diçû hat binçavkirin û 4 rojan li Midûriyeta Polîsan ya Şirnexê di binçav de ma. Piştî 4 rojan Dozgeriya Komarê ya Amedê Xanim Onur bi navê KCK’ê girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Cîgira şarêdariya Cizîrê Xanim Onur 9 mehin di girtîgehê de ye.
2 zarokên Xanim Onur hene lê her du zarokên wê nexweşin. Kurê wê Mirhat 7 saliyê û nexweşê epîlepsiyê, keça wê 4 salî Solîn Aryen jî losemiye. Her wiha salek û nîvê tu agahî ji hevserê xwe nagire. Niha dest û lingê Xanim Onur girêdayiye û nikare li pişt dîwaran bighije hawara zarokên xwe û bibe derman. Onur bi nameyek hest û ramanên xwe anî ziman û diyar kir ku, dema mirov dayîk be û li girtîhê be nikare hewara xwe bighinî cihekê. Hewldanên Onur ên ji bo zarokên xwe di hêla fermiyeta dewletê her tim bêencam ma. Tenê riyek ji bo Xanim Onur hebû bi nameya xwe gil, gazinc û hawara xwe bigihine derve.
Xanim Onur di nameya ku şandî de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez dayîka 2 zaroka me. Mirov nikare rihetir hest û ramanê xwe bîne ziman. Tunebûna min û hevserê min derûniya zarokên min têk bir. Kurê min ê 7 salî nexweşê epîlepsiyê, keça min ya 4 salî jî losemî ye. Her ku diçe nexweşiya keça min giran dibe û ji ber neçariyê nexweşxane diguherîne niha li nexweşxaneya Enqerê ye. Xwîşkên min her roj li şûna min je re diaxifin û dixwazin êşa wê kêm bikin. Di rewşeke wisa de nivîsandina hest û ramanê dayîkbûnê gelek zehmete, ji ber ku peyv tera êş û kulên min nake. Her kesek dizanek ku tedawiya vê nexweşiyê bi moralê kêm dibe. Lê mixabin êdî keça min bersiv nade tedawiyê.”
Onur bi dehan caran serî li cihên eleqedar da lê heta niha bersivek erênî nehat dayîn. Onur tenê dixwaze rayedar li hemberî jiyana zarokek hesasbin û bersiveke erênî bidin.