'Gelê Efrîn di roja destpêkê de serkeftî ye'

Endama Koordinasyona KJK’ê Rewşan Mardîn bû mêvana bernameya Rojeva Jin a Stêrk TV. Mardîn li ser girîngî û berxwedaniya bajarê Efrîn sekinî.

Rewşan Mardîn bal kişand ser berxwedaniya gelê Efrîn û şervanên azadiyê. Mardîn dibêje;‘berxwedaniya Efrîn berxwedaniya hemû gelên azadixwaz e û divê herkesê demokratîk bi îradeya xwe ya azad xwedî li berxwedaniya serdemê derbikevin. Berxwedaniya serdemê wê bibe hêviya jiyana hemû mirovatiye û jiyana nû.’ Mardîn girîngiya ku îro jin di qadên berxwedaniye de û di çeperên şer de didin meşandin ji bîrnekir û diyar kir ku ‘berxwedaniya jinan wê li hemberî faşizmê jiyana hevpar di nava civakan de bide avakirin.’

Endama Koordinsyona KJK’ê Rewşan Mardîn, got:“berxwedaniya Efrîn di roja yekê de serkeftî ye”. Em vê serkeftinê li hemû şervanên azadiyê piroz dikin.

Rewşan Mardîn di bernameyê de wiha axivî: “Bajarê Efrînê bingeha xwe ji çandan dayîka xwedawend digire wê Efrîn serkeftineke mezin bi dest bixe.” Berdewamiya axaftina Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mardîn wiha ye:

 ‘DESTANA AZADIYÊ LI BAJARÊ EFRÎNÊ TÊ NIVÎSANDIN’

“Em di serî de berxwedaniya Serdemê li hemû şervanên azadiyê û gelê Kurdî piroz dikin. Gelê meyên îro li her çarparçeyên Kurdistan û Avropa bi dil û mejiyê xwe li gel şervanê ku îro di mewziyan de şer dikin û berxwedaniyê bilind dikin em wan jî bi kelecana dilê şoreşê re silav dikin. Gelê me yê Efrînê di roja îro de bi çanda xwedawenda ve têkoşîna xwe ya serdemê didin meşandin. Ji ber ku di wê axê de çanda civaka xwezayî her roja ku diçe şaxên xwe yên jiyanek azad dide bilindkirin. Cihê ku çanda xwedawentiyê lê bête jiyankirin serkewtina jiyanê jî her dayîm li wê derê misoger dibe. Wê berxwedaniya Efrîn belavî her çar paçeyên Kurdistanê û cîhanê bibe ji bona hemû netewên azadixwaz û demokratî wê bibe hêviya serdemekê nû. Kesekên ku hest û hêviyên jiyana azad dixwazin jiyanbikin wê rêngê xwe yê azadiyê di nava berxwedaniya bajarê Efrînê de bibîne. Berxwedaniya her çar parçeyên Kurdistan û ya Awropa parçeyek jî berxwedaniya ku îro li Efrînê têmeşandin û gelê me bi wê zanebûnê li ser lingaye.

 ‘WÊ TU HÊZ NIKARIBE BERXWEDANA GELAN TÊK BIBE’

Di roja îro de dijminek wisa li hemberê me heye ku dixwaze çanda gelan ji holê bide rakirin, ne tenê meseleya gelê Kurde. Êrîşên ku îro li ser bajarê Efrînê tên meşandin, di heman demê de êrîşên li ser tevgera azadiyê ye. Dixwazîn hareketa azadiyê têk bibin lê belê ew ê nikaribin bi van êrîşên xwe çavê gelê me û me bidin tirsandin.Ji ber ku em weke gel û harekte di rêya heqîqetê de têkoşîna xwe didin meşandin. Di roja îro de hemû çand cihê xwe di nava vê berxwedaniya bajarê Efrînê de digire û bûye muzaya gelan Efrîn. Bajarê Efrîn bi sekna xwe ve rastiya dîrokê didi nivîsandin.

 ‘EFRÎN BI VÎNA XWE SER DIKEVE’

Di navbera van 6’ sala de bajarê Efrînê rêvebarêya xwe, meclisên xwe û hêzên xwe yê parastinê daye avakirin. Bajarê Efrîn bi îrada xwe xweserêya demokratî û hêzên xwe yên parastinê daye avakirin. Ne bihêza hinekedin. Efrîn ev 6’ sal in bi hemû bawerêya xwe û gelên xwe ve pergala xwe ya rêvebirinê û ya parastin daye avakirin, ne ku hêzekê ji der ve diçe wan diparêze.

 ‘BERXWEDANIYA GEL HÊZA NETEW-DEWLETÊ TÊK DIBE’

Hêzên dewletên hegomanî û faşîst di serî de dewleta Tirk û yên ku di wê zihinyetê de jiyandikin,dê hemû li hemberê pergala Netewa demokratîkin têk biçin. Mesele ne pirsgirêka Kurdan e, mesele jiyana nû qebûlnakin û dixwazin pergalek li gorê hegomaniya xwe bidin avakirin. Lê belê gelê Kurdî û Netewên azadixwaz wê vê pergala ku dijmin dixwaze bide avakirin wê ji bona xwenepejirênin û heya dawiyê jî wê di jiyana azad, îradeya azad de îsrarbikin bi berxwedaniya xwe. Ev gel bi hêza xwe ya çewherî gihiştiye heya vê astê ji bona vê yekê zora pergala dagirkeriyê diçe. Bi teknika xwe ya herî pêşket û bi hêza xwe ya Natove li hemberî vî gelî şerdikin bi tank û topên xwe lê dîsa jî nikarin li hemberî hêza gel serbikevin. Şerê ku a niha li Efrînê tê meşandin mînakê wî lê ti derê cîhanê nayê dîtin.

 ‘DILÊ GELÊ EFRÎNÊ MEZIN E’

Di roja destpêka êrîşan de faşîzma dewleta Tirk 72 balafira rakir ser bajareke ku hemû şêniyên xwe sivîl e. Bajarekê ew qasî ne mezine û piraniya xwe jî herêmên sivil têne bombebarankirin. Gelek birîndar û şehîdên gelê me hene. Ji bo ku berê gel bide penabertiyê. Lê gelê wê derê bi xwe helwestê xwe li hemberê dagirkeriyê da nîşanda û di berxwedaniyê de îsrar dike û dibêjin em ê dest jî xaka xwe bernedin. Em ê vê derê ji faşîzmê re bikin goristan. Helwesta gel gelekî watedare. Bi salan dagirkeriyê li ser xwûna gelan xwe dide jiyankirin û hebûna xwe dide nîşandan. Pêwîst e me hîn dijwartir li hemberî wî bisekînin.

 ‘WARÊ BERXWEDANÊ WÊ LI DIJÎ ERDOGAN SER BIKEVE’

Bajarê Efrîn bajareke kevnare û xwediyê dîrokeke kevnare û çanda xwezayî li wê derê hakîme. Warê Arîn Mîrkan û Sîlavan e. Kesek nikare birehetî bikeve wê derê. Bi berxwedaniya dayîkên me tinê ma be jî wê şerê wan yê taybet vala derbixin. Dewleta Tirk bawerêya xwe bi tank û topên xwe tên, lê belê li wê derê bawerêya gelê me heye. Bawerêya gelê me wê tank û topên wî hemûyan vale derbixîne. Tu hêzê nikare li hemberî îrada şervanê azadiyê serbikeve.

 ‘ÇAPEMENIYA ERDOGAN WINDAHIYÊN XWE VEDIŞÊRIN’

Erdoxan bi zarokên feqîran şerê xwe didin meşandin. Dema ku dimirin jî xwedî li wan dernakeve û navekê wan jî li ser rûpelê vê dîrokê namîne. Bi sedan çeteyên wî hatine kûştin ama navekwan û tirbeyekwan jînîne.Ji ber ku hemû ji der ve anîne. Hemûya jî ji kampên penaberan girtine û anine li hemberî Kurdan didin şerkirin. Tiştekî bi navê artêşa azad ne maye, evane hemû El –Nûrsaye. Erdoxan windahiyên xwe û binkeftinê xwe jî rayagişti vedişêre. Her roj propaganda xwe dide meşandin û dibêje min ew qasî kûştiye bi medya xwe ya derewker e. Maseyek daye avakirin û nûçeyên li gorê xwe didin çêkirin û civaka xwe jî pê dixapênin. Lê belê ev derewê wî heya kengê bimeşin.

 ‘LÊ TEMAŞEKIRIN XIYANET E’

Ji devê Erdoxan û hevkarê wî agîr dibarin û hikûmeteke şer li derdora wî mase didin avakirin li hemberê gelê Kurd, lê bi ser jî nakevin. Erdoxan bi xwe vî şerê dide meşandin hevkarên wî yê din hemû valane. Divê gelê Kurdî û Tirk li hemberî vî şerî rawestin û lê temaşe nekin ji ber ku zaroke wan tên kûştin.Lawê Erdoxan naçe leşkertiyê û nayê kûştin. Ev şer her ku berdewam bike kriza aborî jî derdikeve holê û gel ber bi feqirbûyînê ve diçe û Erdoxan jî xwe dide jiyankirin li ser xwûna zarokê feqiran. Divê gelê Tirkye di zanabûna vê debe.

 Erdoxan dibêje, ev şer şerê me yê miliye, netewî ye, hebûn û tûnebûna me bi vî şerî ve girê dayiye. Dixwaze vê algiyê di civakê de jî bide avakirin. Lê belê divê civak lê guhdarînake. Gelek mirovê siyasetmedar û hunermend li hemberî vê nêzikatiyê Erdoxan nerazibûnê xwe dane nîşandan. Ji bona ragihandina xwe nêzî 15’ de madeyan derxistin û li gorê wan propagando dikin û rastiya nîşanê civakan nakin.

 ‘BI BERXWEDANA JINAN WÊ ERDOGAN TÊK BIÇE’

Civaka Kurd û Tirk xwedan îrade ye, divê xwediyê helweste bin û jiyanek bi rûmet û mirinek bi rûmet jiyanbikin, ji girtin û kûştinê netirsin. Di girtîgihan de jî helwestekê bilind li hemberî vê faşîzmê heye di milê parlamaterên jin de. Em weke jin her dayîm li hemberî şerê neheqiyê divê bisekînin di her qadê de. Berxwedaniya Efrîn bi pêşengatiya jina ve tê meşandin û cihê pirozkirinê ye.

 ‘XWESERIYA DEMOKRATÎK ERDOGAN HAR Û DÎN KIRIYE’

Îro Netewa demokrat ya konfederal pergala xwe li Rojavayê Kurdistan daye avakirin û ev 6’ sal in ev gel di navê de jiyan dike. Pergala faşîst, kapîtalîst û Netew dewlet, vê pergala xweserêya demokratîk qebûlnake û ji bona xwe mîna tehdîtekê dibîne. Îro di Rojavayê Kurdistanê de helwestên gelên Ereb, Tirkmen, Êzidî û hemû gelan bi yek dengê dibêjin‘Erdoxan tu çi jî me dixwazî û tu pêwîstiyeke me bi te nîne. Êrîşên li ser Efrîn êrîşên li ser hemû bajarê Rojavayê Kurdistanê ye. Hêzên ku li hemberê me şer dikin ne DAIŞ e, netew dewleta faşîst û pergala kaptalîste. Divê gelên Rojhilata Navîn dizanebûna vî şerî de bin. Hêza berxwedaniyê çi qasî bilind bibe pergala AKP’ e û MHP’ê jî ew qasî têk diçe. Ji ber ku AKP û MHP xwe bi derewan li ser lingan digire.

 ‘TU KES NIKARE KURDAN BIFIROŞE’

Tu hêviyek û bendewariyek me ji van dewletên navdewletî nîne. Tu kesan gelê Kurd nekiriye ku bifroşin. Di şerê Kobanê de jî heya ku me destkeftiyê mezin bidest nexist tu hêzên kooalisyonê û navdewletî nehatin gel me. Piştre dema me serkeftinên mezin bidest xist hêzên mîna Amerîka û Rusyaji bo berjewendiyên xwe berê xwe dan wan deran. Ji bo vî tu bawerêya me jî bi van hêza jî nine. Bawerêya me bi gelên ku di herêmê de jiyandikin û bi berxwedaniya wan heye.

 ‘DIVÊ ENIYA DEMOKRAT MAFÊ GELAN BIPARÊZE’

Di milê eniya demokrat de û yên ku li dijî faşîzmê têdikoşîn divê yek bûna xwe û rêxistina xwe xurt bike.Kêliyekê bi rûmet jiyankirin bedelê bi hezar salane. Em weke rêxistin jî hêza sêyemin in, em neli vîmilî ne, ne jî li wî milî ne. Em hêza gelan û di paradîgma xwe de jî zelalin.

Em dikarin bêjin ku gelê me di vî şerî de azadiya xwe misogerkiriye û li benda bangawaziyan jî nema ye. 27’ê vê mehê de, ji bo ku hemû cihan helwesta xwe li hemberê faşîzmê bênin ser ziman dakevîn qadan bangawaziyek giştî li cihanê heye. Divê hemû gelên azadixwaz li derdora bajarê Efrîn bibin xelekek jî agirê jiyana nû.

 ‘QEDERA ROJAVA ÇI BE SIBE YA BAŞÛR JÎ HEMAN TIŞT E’

Em helwesta gelê xwe ya Başur jî piroz dikin. Divê hêzên xwe ya çalakiyan hîn xurttir bikin û berê xwe bidin rojavayê Kurdistanê. Çawa ku bajarê Kerkuk kirin bajarê tucaretê, dixwazin îro jî bajarê Efrîn bikin cihê tucaretê. Lê belê partiyên siyasî di wîr de bê helwest mane û yek ji van jî PDK’ê ye. Divê PDK’ê helwesta xwe zelal bike û li pêşiya gel nebe asteng. Gelê me divê vê helwesta PDK’ê ji bona xwe qebûl neke û xwediyê helwest be.