Frekansên Nilsatê yên Jin TV diguherin -NÛ BÛ

Jin TV ku zêdeyî saleke weşanê dike, frekansên wê yên Nilsatê diguherin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Desteya Weşanê ya Jin TV ve hate ragihandin, di frekansa nû de wê weşanên televîzyonê bi kalîteya HD'ê bin.

Jin TV niha li Hotbird û Nilsatê weşanê dike. Lê belê ji meha Cotmehê û pê ve wê frekansa Nilsatê  bê guhertin.

Frekansên nû:

Satellite: Nilesat 7° West

Frequency: 11.636 MHz

Symbol Rate: 27.500

Polarization: vertical

FEC Rate: 5/6

Modulation: DVB-S2

Jin TV di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya sala 2018'an dest bi weşana xwe ya testê kiribû û piştî sê mehan di 1'ê Tîrmehê de dest bi weşana xwe ya asayî kiribû.

Jin TV bi dirûşma "Dengê jinê, rûyê jiyanê" weşana xwe dike.