Fransa hê jî bê deng e
Fransa hê jî bê deng e
Fransa hê jî bê deng e
665 roj bi ser komkujiya Parîsê ya ku di encamê de ji pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, re derbas bû. Çalakiya ku her Çarşem bi armanca ronîkirina komkujiyê û edaletê tê lidarxistin, îro jî saet di 14.00 de li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan hate lidarxistin.
Kurdistanî û endamên SKB’ê tevlî çalakiya bûn û di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” hatin gotin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Fransa ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî hê jî li hemberî vê komkujiyê bê deng e.
Meşa Kurdan heta ber avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê berdewam dike û der barê daxwazên gelê Kurd de belavok hatin belavkirin.
Li ber avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Di axaftinên li ser navê Tevgera Jinên Kurd hatin kirin de hate diyarkirin ku ronînekirina vê komkujiyê ji bo demokrasî û mirovahiyê şerma mirovahiyê ye.
Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Yên ku Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kirine îro êrîşî HDP’ê dikin. Stûyê Ahmet Karataş dibirin. Mirovên xwedî heman hişmendiya komkujiyan êrîşî sazî û partiyên Kurdan dikin. Hişmendiya komkujiyê berdewam dike. Hema bêje du sal bi ser komkujiya Parîsê ya 9’ê Cotmehê re derbas bû, lê heta niha daxwaza edalet û ronîkirina komkujiyê ya Kurdan nehatiye bersivandin.”
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.