Festîvala Jinan a Zîlan: Wê jin dawî li desthilatdariya AKP’ê bînin

Di 14. Festîvala Jinan a Zîlan de li ser navê TJK-E’yê Aliye Varto axivî û diyar kir ku wê jin dawiya desthilata AKP’ê bîne û banga: “Divê her kes sibe biçe ser sindoqan û dengê xwe bikar bîne.” kir.

14’emîn Festîvala Jinan a Zîlan bi diruşma “Parastina Efrînê Parastina Şoreşa Jinê ye” ve destpê kiribû bi tevlîbûn gelek kesan ve didome.

Destpêka bernameya festîvalê li ser navê Buroya Jin a CENÎ Suzanne Rossling li ser navê tevgera jin a Elmanyayê jî Zeynep Guler vekir. Rossling di derbarê dîroka festîvalê û girîngiya wî de axivî û bal kişandi li ser şoreşa rojava. Guler jî di axaftina xwe diyar kir ku festîval di demekî girîng de pêktê û bang kir ku divê her kes sibê biçe ser sindoqa dengê xwe bi karbîne.

JIN WÊ DAWIYA AKP’Ê BÎNIN

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Aliye Varto jî axivî û li ser rola Zîlan a di têkoşîna Kurd de nirxandin kir. Varto wiha berdewamî da axaftina xwe: “Em festîvala xwe di erefeya hilbijartina ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêktê de dikin. Wê jin 24’ê Hezîranê dawî li faşîzm û zilma Erdogan bînin.”

Varto, diyar kir ku di dema AKP’ê de tundiya li ser jinê zêdetir bûye, li dijî pergala ku jinê derveyî siyasetê dihêle wê têkoşîna me bidome. Di desthilatdariya 16 sal a AKP’ê ya li ser civakê de li hemberê jinê tundî, destavêtin zêdebûye, bi dehan saziyên jinan, hatine girtin an jî radestê dijminê jinê zilaman hatiye kirin.”

DIVÊ EM DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN

Aliye Varto, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên ku wê sibê pêk were û wiha got: “Hilbijartian 24’ê Hezîranê wê qedera jinê û hemû kesên bindest diyar bike. Encama vê hilbijartinê wê gelê Kurd taybet jî jin diyar bikin. Li hemberê eniya faşîst a ku qirkirina Kurda ji bo xwe esas digre wê eniya demokrasiyê serbikeve. Divê sibê her kes bi ruhe seferberiyê ve biçe ser sindoqan dengê xwe bikarbînin û biparêzin.”

Festîval berdewam dike.