Fermandariya YPJ'ê: Em ê tola hemû jinan ji DAIŞ'ê hilînin

Fermandariya YPJ'ê: Em ê tola hemû jinan ji DAIŞ'ê hilînin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastin Jinê (YPJ) diyar kir ku wê Kobanê bikin goristana çeteyan û destnîşan kir ku di serî de jinên li Şengalê ew ê tola hemû jinan ji DAIŞ'ê hilînin. YPJ'ê ev bang li hemû jin û keçên Kurdistan kir û got, ""Ji bo misogerkirina azadiya jinê, vîna wê û wateya jiyaneke nû divê jinên têkoşer tevlî refên YPJ'ê bibin."

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê der barê berxwedana Kobanê ya mehek li dû xwe hişt de daxuyaniyek weşand û di parastina nirxên mirovahiyê yên li Kobanê de careke din biryardariya xwe destnîşan kir.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi vî rengî ye:

"Bi boneya derbasbûyîna berxwedana gelê me yê Kobanê û hêzên YPG û YPJ'ê di meha xwe ya duyemîn de, em berxwedana bêhempa li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin. Bi rêzdarî bajna xwe li hember Şehîdên şoreşê ditewînin. Dilsoziya bi şehîdan re nû dikin.

Gelê me yê hêja:

Di meha borî de me ji cîhanê re îspat kir ku kesayeta kurd a azad û jina azad a ku li ser raman û felsefeya jiyana azad hatiye perwerdekirin wê ti carî dest ji ax û rûmeta xwe bernede. Ti hêz wê nikaribe vîna ku ji rêya azad û şehîdan çêdibe, têk bibe.

Ji bo vê em ji jinan, gelê xwe û ji civaka mirovahiyê re dibêjin ku wekî YPJ'ê ji bo şikandina dijminê azadiya jinê DAIŞ em ê li ser navê hemû jinan liber xwe bidin û tola jinên Şengalê û hemû jinên ku hatine serjêkirin û esîrkirin hilînin.

Bi vîna xwe em ê hemû hêviyên dijmin têk bibin. Em ê Kobanê û her bihustek ji xaka welatê me bikin goristana dagirkeran. Wekî Rêheval Arîn, Rojda, Sema û bi sedan rêhevalên me, em soz didin ku canê xwe bikin pira azadî û rûmeta jinan û gelê xwe.

Hêzên tarî tevî ku dijminên pêşerojê ne di heman demê de dijminê azadiya jinê ne. Ji bo vê yekê divê ku berî her tiştî jin asta xebata xwe bilind bikin da ku hêza sîstema koledariyê têk bibin.

Em bang li hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku bi jina têkoşer a Rojava re bisekinin. Ji ber ku YPJ misogeriya azadiya jinê, vîna wê û wateya jiyaneke nû ye em bang li hemû jin û keçên têkoşer ên Kurdistan û her derê dikin ku tevlî refên YPJ'ê bibin.

Di bin dirûşemay 'An serketin an serketin' de em careke din soz didin hemû jinan û gelê xwe ku layiqî berxwedanê bin heta serketinê."