Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat li Bonnê hate bîranîn

Endama Konseya Leşkerî ya YPJ û QSD’ê Sosin Bîrhat a ku di 19’ê Tebaxê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Til Temirê şehîd bûbû, li bajarê Bonnê yê Elmanyayê hate bîranîn.

Endama Konseya Leşkerî ya YPJ û QSD’ê Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed) a ku di 19’ê Tebaxê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Til Temirê şehîd bûbû, li bajarê Bonnê yê Elmanyayê hate bîranîn.

Endama Kongreya Star Asya Abdullah, Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Zozan Dêrik jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser Sosin Bîrhat hate temaşekirin.

Endama Kongreya Star Asya Abdullah di bîranînê de axivî û got “Em heval Sosin û hevalên di êrişa Til Temirê de şehîd bûbûn, bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelê Kurd li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk her roj li ber xwe dide. Gelê Kurd bi îradeyeke xurt li hemû parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide.”