Fermandara YPJ'ê: Em ê dest bi têkoşîneke xurt a civakî bikin

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed diyar kir, piştî şerê li eniyê yê li dijî DAÎŞ'ê, wê YPJ li gel karên parastinê û operasyonên bi hêzên taybet re, her wiha wê rêxistinbûn û têkoşîneke xurt a civakî jî bike.

Yek ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed qala rola YPJ'ê ya piştî şerê eniyê yê li dijî DAÎŞ'ê kir.

Li ser tevlîbûna YPJ'ê ya li Pêngava Bagera Cizîrê Newroz Ehmed got, "YPJ'ê bi moral, kelecan û biryardariyeke mezin dest bi pêngavê kir. Me xwest DAÎŞ bi destê YPJ'ê biqede. Haya me ji zor û zehmetiyên vê hebûn. Lê tecrûbeya hêzên me ya şer jî hebû."

Newroz Ehmed diyar kir, gelek hêzên YPJ'ê tevlî pêngavê bûn û got, "Hêzên me hemû ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ'ê de gelekî bi hêrs bûn. Niha di destê DAÎŞ'ê cihekî gelekî biçûk maye. Weke ku hûn jî dibînin hêzên me yên YPJ'ê li refên herî pêş in, li qadên herî metirsîdar in. Em bi biryar in ku heta kêliya dawî cihê xwe di nava vî şerî de bigirin. Vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyê dibînin. Em bawerin ku di demeke kurt de em ê mizgîniya serketinê bidin jinan hemûyan û dinyayê."

PIŞTÎ ŞERÊ ENIYÊ JÎ EM HENE

Newroz Ehmed anî ziman, niha ji bo wan karê sereke qedandina şerê li eniyê ye û got, "Em hêvîdar in ku di demeke kurt de biqede. Bêguman Fermandariya YPJ'ê cihê xwe di pêngavên QSD'ê hemûyan de girt û di vê mijarê de ji her kesî bêhtir li ser berpirsyariya xwe sekinînin. Piştî şerê eniyê jî, em ê bi rengê herî xurt cihê xwe di pêngavan de bigirin. Ji ber ku DAÎŞ'ê di şexsê jinan de îradeya gelan şikandibû. Li Şengalê çima ewqas mêr kuştin û jin revandin. Di pêngava dawî de me dît ku zarokên di emrê biçûk de zewicandine, jin bi gelek mêran re zewicandine. Li Şenbalê, Kobanê û herêmên din hemûyan xwestin wateya jiyanê bikujin.

Êrîşên DAÎŞ'ê ji destpêkê ve di şexsê jinan de ji bo kuştina jiyanê, ji bo tinekirina wateya jinê ya li nava civakê bûn.

Şerê li eniyê yê li dijî DAÎŞ'ê li ber qedandinê ye, lê belê DAÎŞ'ê bi xwe daxuyanî da ku wê bi hucreyên veşartî êrîş bike. Bi rastî jî êrîşên wan dewam dikin. Li gelek bajarên me teqînan çêdikin, êrîşî mirovên sivîl dikin. Bêguman ev yek metirsiyeke mezin e."

HÊZÊN ME YÊN TAYBET WÊ WEZÎFEYÊ BIKIN

Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed anî ziman, di vê mijarê de fikarên wan hene û got, "YPJ'ê hêza xweparastinê û zîhniyeta parastina rewa ya jinê ji xwe re esas girt û bi vî rengî ava bû. Bêguman di vê mijarê de em ê ji bo demeke dirêj têbikoşin.

Ji niha û pê ve hêzên jinan ên taybet wê di pêngavên pêş de cihê xwe bigirin. Ji ber ku şerê ji niha û pê ve yê li dijî DAÎŞ'ê hîn bêhtir profesyoneliyê ferz dike. Di vê çarçoveyê de hêzên me yên hatine perwerdekirin û amadekirin wê pêşengiyê ji pêngavê re bikin. Hêzên YPJ'ê hemû wê li gorî vê pêngavê xwe amade bikin."

TÊKOŞÎNEKE XURT A CIVAKÎ

Newroz Ehmed ragihand, pêngava ku piştî bidawîbûna DAÎŞ'ê ya li eniya şer, wê demeke dirêj dewam bike û got, "Asta civakî heye ku em jê re pêngava sêyemîn dibêjin. Em ê destûrê nedin ku zîhniyeta DAÎŞ'ê xwe birêxistin bike. Di nava civakê de hîn gelek kes hene ku xwedî vê zîhniyetê ne, ya jî li pêşberî DAÎŞ'ê newêrek û bêîrade bûne, hene. DAÎŞ bi rêbazên gelekî hovane êrîş bir ser vê civakê. Jin kuşt, recm kir, parçe kir, şewitand. Di nava civakê de hîn jî tirseke mezin a DAÎŞ'ê heye. Bêguman wê YPJ bi rola pêşengiyê ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê tevbigere.

EM Ê ZÎHNIYETA DAÎŞ'Ê TINE BIKIN

Pêwîste em zîhniyeta xwebûn, azadî û wêrekiya xweparastinê bidin tevahiya civakê. Hêzên me demeke gelekî dirêj e di nava şer de ne. Belê di vî şerî de tecrûbeyeke gelekî zêde hate bidestxistin. Lê belê êdî pêwîstî bi wê heye ku ev hêz xwe ji nû ve binirxîne, ji nû ve perwerde û bi rêxistin bike. Ji bo me ya esasî ew e ku zîhniyeta DAÎŞ'ê ya li nava civakê tine bikin."

ŞER JÎ WEZÎFEYA YPJ'Ê JÎ HÎN NEQEDIYA YE

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed diyar kir ku ew niha di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dixebitin û wiha dewam kir: "Hîn jî metirsiyên mezin li ser herêmên me hene. Zû ye ku em nîqaşê li xwe rêxistinbûna bi rengê artêşê bikin. Pêwîste em metirsiyên heyî yên mezin ji holê rakin. Ji bo karibin van hemûyan ji holê rakin, divê em xwe xurtir bikin. Em mîna hinekan nabêjin, 'şer êdî qediya' ya jî li gorî bendewariya hinekan em nabêjin 'êdî wezîfeya leşkerî ya YPJ'ê nemaye'. Ya rast, wezîfeya herî giran ji niha û pê ve dest pê dike. Ji bo vê jî em hewl didin asta xwe ya hişmendî, taktîkî, rêxistinî, teknîkî xurt û dewlemend bikin. Em ê ji niha û pê ve xwe hîn bi hêz bi rêxistin bikin."