Fermandara destpêkê ya artêşbûna jinê: Azîme

Fermandara manewî Mîhrîban Sari bi nasnav Azîme, ku mîrateya artêşbûna jinê ya PKK'ê afirand, bi têkoşîna xwe îspat kir ku jin dikarin veguherin artêşeke xurt û bi vî rengî bû yek ji şervanên destpêkê yên jin ên PKK'yî.

Azîme (Mîhrîban Sari) di sala 1957'an de li navçeya Gimgim a Mûşê ji dayik bû. Dema ku li Mûşê mamostetî dikir, di salên 80'î de tevgera PKK'ê nas kir. Salên 80'î salên welê bû, ku hestên şoreşgerî yên li nava ciwanan gelekî geş bûbûn û lêgerîneke xurt hebû. Gerîla Azîme, ku hînê mamosteyeke ciwan bû, ket nava van hestên şoreşgerî. Bala wê çû ser tevgera PKK'ê ku di wê demê de hê bû bi pêş diket û gelekî deng vedida. Piştî darbeya 12'ê Îlonê ya li Tirkiyeyê, di sala 1981'ê de ku êrîŞên gelekî giran dihatin kirin, dest ji mamostetiyê berda û tevlî nava refên berxwedanê bû. Bû yek ji jinên destpêkê ku tevlî nava tevgera PKK'ê bû. Berê xwe da Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê. Piştî ku tevlî perwerdeyek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, bi rengekî çalak cihê xwe di nava refên gerîla de girt. Di kongreya 3. a PKK'ê de ji bo endametiya Komîteya Navendî ya Partiyê hat hilbijartin. Di sala 1992'an de, di şerê Başûrê Kurdistanê de weke fermandara eniyê li refên herî pêş koordîneya şer kir. Di nava refên gerîla de li herêmek mîna Botanê bû fermandara destpêkê ya jin. Di pêşdeçûna xeta azadiya jinê ya li nava tevgera PKK'ê û artêşbûna jinê de bi roleke girîng rabû. Di sala 1994'an de, di şerekî dijî artêşa Tirk de li Botanê jiyana xwe ji dest da.

'AZÎME YA PKK'YÎ, TIRS Û XOFA DILÊ ARTÊŞA TIRK BÛ'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta qala yek ji fermandarên destpêkê Azîme kir:

"Hin mirov hene, bêyî ku hinek rabe jê re tiştekî bêje, ew li gorî pêwîstiyan tevdigere, sekna pêwîst bi xwe nîşan dide. Hevala Azîme bi kesayet û jiyana xwe re şoreşgereke bi vî rengî bû. Dema ku li Botanê gerîla bû, min ew timî ji medya Tirk dişopand. Di nûçeyan de bi vî rengî qala hevala Azîme dihat kirin:

'Li navçeya Qilaban a Şirnexê, jineke Kurd avêt ser vî cihî. Dest danî ser ewqas malzemeyan û çû'.

Di nûçeyeke din de jî wiha dihat gotin: 'Azîme ya PKK'yî dîsa ket nava navçeyê. Li wê derê civîn bi gel re kir û propaganda PKK'ê kir. Axaftina wê bandor li komek ji ciwanan kir. Wê jî ev ciwanên bi bandor bûn, bi xwe re bir çiyê'.

Bêguman tiştekî girîng bû, ku mdya Tirk di wê demê de bi vî rengî cih dida jineke Kurd û çalakiyên wê ji aliyê medyayê ve bi baldarî dihat şopandin. Dema ku min ev nûçeyên têkildarî hevala Azîme dibihîst, ew mîna efsaneyekê, mîna fîlmekî dihat pêş çavên min. Min jê moral digirt û weke hevrêyeke jin pê serbilind dibûm. Di her çalakiyeke wê de min digot, divê şervana jin divê mîna hevala Azîme be. Hevala Azîme bi sekn, çalakî û şerê xwe tirs berdabû dilê dijmin. Min hem ji bo xwe, hem jî ji bo jinên Kurd ew weke model didît. Di xeyala her mirovî de lehengek heye. Lehenga xewn û xeyalên min jî hevala Azîme bû. Min ew qet nedît. Tenê navê wê bihîst. Daxwaza min a herî mezin ew bû ku rojekê wê bibînim û wê ji nêz ve nas bikim.

WÊREKÎ, COŞ Û MORALA JI WÊNEYÊ YEKÎNEYA XWESER HAT GIRTIN

Rojekê wêneyekî ji sih û pênc gerîlayên jin gihîşt ber destê me. Sal 1989 bû. Ez hingî ji xebatên jinan ên li Ewropayê berpirsyar bûm. Di nava hevalên jin ên di wê de hebûn hevala Azîme jî hebû. Min ew nas nedikir. Hevalên ew nas dikirin bi sebilindî digotin 'Ev hevala Azîme ye û yekîneya wê ya xweser e'. Vî wêneyî û gotinên li ser vî wêneyî hatin gotin, gelekî bandor li min kir. Ez hîn bêhtir bûm heyranê wê û min hîn bêhtir xwest wê bibînim. Yekîneyên destpêkê yên xweser ên jinan, ji bo me gelekî girîng, hêja û dîrokî bûn. Li ser girîngiya avabûna yekîneya xweser il nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, me bi hevalan re nîqaş dikirin. Her wiha li ser kesayetiya şoreşger û ruhê şervaniyê yê hevala Azîme em daxivîn. Me ev wêneyê ku coş, kelecan û moraleke mezin da me, mezin kir û li dîwêr xist. Me ev wêne, li komeleya jinan a xweser a destpêkê ya li Ewropayê weke bîranîn hişt. Wan jî wêne li dîwarê komeleyê xistin. Hevalên di wêne de cih digirtin, ji bo me mînaka jinên Kurd ên şervan bûn.

EZ 25'Ê MIJDARA 1991'Ê QET JI BÎR NAKIM

Dema ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz a Lubnanê bûm, di sala 1991'ê de Rêbertî li ser hevala Azîme bi min re hinekî sohbet kir. Rêbertî ji min re got, 'Te hevala Azîme nedîtiye, te bidîta wê baş bûya. Hevaleke ku sekna wê ya leşkerî geleî xurt e, ji her wezîfeya rêxistinê re amade ye û hêza wê ya bicihanînê jî gelekî xurt e. Niha li Qamişloyê dixebite. Lê ew ê jî bê çiyê. Min jî ew nedît. Xuya ye ez ê vê carê nikaribim bibînim. Tu biçe û wê bibîne. Silavên min lê bike. Jê re bêje ku min dixwest wê bibînim, lê derfetên min tine ye. Jê re bêje, ji xwe me pê re li ser tiştên pêwîst axivîne. Jê re bêje, ku ez jê re serketinê dixwazim û ez ê piştre nameyeke nivîskî jê re bişînim'. Ez ê bibûma qasid di navbera Rêbertî û hevala Azîme de. Hestên xwe yên wê demê nikarim vebêjim. Gelekî bi kêf û coş bûm, hew mabû bifirim. Dem 25'ê Mijdara 1991'ê bû. Ez vê dema ku min ew dît ti carî ji bîr nakim.

'EW ZIMANÊ RASTIYA JIYANA ME BÛ'

Ji bo dîtina hevala Azîme ez li maleke li Qamişlo rûniştî bûm, li benda wê bûm. Ji derî ji nişka ve hevalek ket hundir. Li pêşberî min fermaneke jin hebû, ku zane, rêxistinbûyî, xwedî pîvan û axaftina wê gelekî xurt bû. Ev hevala Azîme bû. Min hingî jê re got, ku ji bo ragihandina nota Rêbertî dixwazim pê re baxivim. Lê ez ewqasî bi coş û kelecan im, ku min nizanîbûm ji ku dest bi axaftinê bikim. Û di dawiya dawî de min gotinên Rêbertî jê re got. Hevala Azîme keniya. Ji min re got, di notê de guhertinek çêbûye, rewşek qewimiye û divê hinekî din li Qamişloyê bimîne. Hingî îxaneta Şahînd Donmez çêbû bû. Li Qamişloyê, serê hin kesên ku xayîn Şahîn nas dikirin, tevlîhev bûbû. Ji ber vê yekê hatibû xwestin, ku hevala Azîme hinekî din li Qamişloyê bimîne. Bêguman li ser daxwaza gel ma. Em du rojan bi hev re man. Di nava vê demê de em her tim bi hev e li ser jiyana gerîla, şer, taybetmendiya milîtanên PKK'ê axivîn. Tiştên ku em wê çaxê li ser axivîn, perspektîfên ku hevala Azîme hingî dan min, ez niha jî di jiyana xwe de bi cih tînim. Ji ber ku ew zimanê rastiya jiyana me bû. Jiberker nebû, zimanê ya divê bê jiyîn bû. Bi hostatiya mamosteyekê, ev yek danî ziman. Ji xwe ew mamosteyek bû.

'AZÎME XETA BÊRÎTAN DEWAM KIR'

Hevala Azîme di şerê Başûr ê sala 1992'an de bi roleke mezin rabû. Min rola wê ya di şerê Başûr de ji nêz ve dişopand. Di şer de ew weke fermandar li eniya herî pêş bû. Sîng bi sîng li dijî dijmin şer dikir. Di nava şer de bi moral, motîvasyon û hêza dida fermandaran, bi rêbaz û taktîkên xwe hevala Azîme di serketina me ya li şerê Başûr de roleke mezin lîst. Bi taybetî weke fermandareke jin, di biryara we de zelal bû, ya digot bi cih danî û bandoreke mezin li ser hevalên jin û mêr dikir. Di wê demê de li herêma Xakurkê, hevala Bêrîtan li dijî xeta îxanet, teslîmiyet û nokeriyê, destan nivîsand. Hevala Azîme jî bi rola xwe ya di şerê Başûr de xeta Bêrîtan dewam kir. Di her kêliya jiyan û şerê wê de ev yek dihat dîtin. Hevala Azîme hem di nava şer de hem jî di nava jiyanê de bi hostatî bi rola xwe ya milîtanî û fermandariyê radibû.

'NEHIŞT DIJMIN BIKEVE HERÊMÊ'

Piştî şerê Başûr, di sala 1993'an de weke berpirsyara sereke hat herêma Botanê. Min navê wê, cara destpêkê dema li Botanê gerîlatî dikir, bihîstibûm. Dema li Botanê bûm, ew cara duyemîn hat û îmkanên min çêbû ku wê ji nêz ve nas bikim. Dema ku min ew nas dikir, min ji xwe re digot, gotin têra vegotina wê nakin. Tevgerê di sala 1994'an de li herêma Botanê pêngaveke ku ruhê 15'ê Tebaxê bide jiyîn, da destpêkirin. Hevala Azîme berpirsyara qada Garisa ya Botanê bû. Şer li herêma Botanê gelekî giran bû. Dijmin dor li Botanê girtibû û dixwest herêmê kontrol bike. Hêza Botanê jî bi hemû hêza xwe li ber xwe dida û nedihişt dijmin bikeve Botanê. Di 7'ê Cotmeha 1994'an de li qada Garisa ku hevala Azîme lê bû, dewleta Tirk dest bi operasyoneke berfireh kir. Hevala Azîme tevî hevalê Halîl şer koordîne dikir. Hevala Azîme, bi hemû detayên şer re eleqedar dibû. Şer heft rojan dewam kir. Di nava van heft rojan de leşkerên Tirk nekarî bikevin herêma hevala Azîme lê bû. Operasyon bi rengekî serkertî hat têkbirin. Di vê serketinê de rola rêbaz û taktîkên hevala Azîme yên şer, mezin e. Wê di jiyana xwe ya gerîlatiyê de li her cihî, di şer de serketin ji xwe re esas girt.

Di ser şehadeta wê re 23 sal derbas bûn. Tevgera Azadiya Jinê bû xwedî artêşeke mezin. Eger îro em dikarin qala Artêşa Azadiyê ya Jinê YJA Starê û artêşeke jinê li çar parçeyên Kurdistanê bikin, ev yek bi pêşengiya hevalên Azîme, Bêrîtan, Bêrîvan, Zîlan û Devrîm bûye. Ruhê şervaniyê yê Azîmeyan îro li qada şer ji aliyê bi mîlyonan jinan ve bi biryardarî û wêrekî têdikoşe."